'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'

img
AMED - Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Dîlgirtin, bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ’ê pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Em ê tu carî bûyerên li dijî jinan û gelên qedîm ên dîrokê pêk hatin, ji bîr nekin û di şexsê jinên Êzidî de em ê destûrê nedin qirkirinên jinan." 
 
Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Darê Zorê Hatin Dîlgirtîn, bi boneya 4'emîn salvegera Komkujiya Şengalê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk hat, daxuyaniyek nivîskî weşand. Platforma Jinan, di daxuyaniya da de wiha got: "Em ê tu carî bûyerên li dijî jinan û gelên qedîm ên dîrokê pêk hatin, ji bîr nekin û di şexsê jinên Êzidî de em ê destûrê nedin qirkirinên jinan. Di dîrokê de bi qasî kesên ji bo mirovahiyê ked dane û ji bo azadî, adaletê û li cihê ku rûmeta mirovahiyê lê nayê pelçiqandin jiyaneke azad bê afirandin berdêl dane; bi tarîtiya qirkirinê re tijî ye. Mirovahî ji Srebrenîtsa, Arjantînê, Şîliyê, Bolivyayê, Ermeniyan, Suryaniyan, Helepçê, Myanmarê, Yemenê, Kobanê, Efrînê, Misûlê, Reqqayê û Filistînê ji vir ve tiştên hatine jiyîn, bê di nava kîjan rûpelên tarî yên dîrokê de cîh bigirin bi dayîna berdêlên giranbuha û êşên mezin hatin tecrûbekirin."
 
'JINÊN ÊZIDÎ WEKE XENÎMETÊN ŞER HATIN DÎTIN'
 
Platformê, diyar kir ku îro ew di 4'emîn salvegera komkujiya 3'yê Tebaxê ya li ser gelê Êzîdî hat meşandin de ne û wiha rêz kir: "Êzidiyên di dîroka xwe ya dehezaran salan 73 ferman dîtinê ne bes e, di sedsala 21'emîn de jî bi qirkirina herî hovane rû bi rû man. Bi hezaran jin û zarok ji hêla rêxistina çete ya cîhadîst a DAIŞ'ê vê hatin firotin; li bazarên koleyan hatin firotin û hê jî  qûbeta derdora sê hezar jin û zarokan nayê zanîn. Di van çar salên derbasbûyî de şer û pevçûnên di serî de li Rojhilata Navîn diqewimin de jinên êzidî yên xwediyê rastîn ên Şengalê ne wekî xenîmeta şer hatin dîtin.Ligel qirkirina 3'yê Tebaxa 2014'an, jinên Êzidî ji  hêla DAIŞ'ê ve wekî "xenîmeta şer” hatin dîtin li dewletên Ereban firotin şêxan. Rûbirû mana bi êrîşa zayendî re man jî piştî hatin kuştin li gorên komî hatin veşartin û ev yek rê li ber qirkirina jinên Êzidî vekir. Bi heman şêwayê gelên Ermen, Suryan, Şebekên Şiî, Tirkmenên Şiî yên ne sunnî ne, li ber çavên hemû dinyayê û bêdengiya dewletên desthilatdaran bi êrîşên DAIŞ'ê re rûbirû man û hê jî ev êrîş didomin. Çend roj berê di êrîşa DAIŞ'ê ya li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ku piraniya wan gelê Durzî lê dijîn, 240 mirov jiyana xwe ji dest dan; di êrîşeke din a li paytexta Swêdê Stockholmê pêk hat. Ev êrîşa bi qamyonê pêk hat de 4 sivîl hatin qetilkirin. Em baş zanîn ku ev herdu êrîş, nîşaneya êrîşên piştî Şengalê bûn û ji ber dewlet û hêzên desthilatdar tevdîrên ji bo pêşîgirtina van êrîşan negirtin, biryarên di cîh de û cidî yên li hemberî polîtîkayên şer ku gel biparêzin negirtin ev komkujî berdewam dikin."
 
'MECLÎSA JINA AVA BÛ'
 
Platformê di dewama daxuyaniya xwe de wiha domand: "Jinên Êzidî yên hêza xwe tenê ji hebûna xwe û baweriya xwe ya dehezaran salan digirin, piştî komkujiya Şengalê li şûna bêdeng bimîne, tiştên hatine jiyîn wekî qedera xwe bibîne, xwe ji mirinê re razînin, bi biryara berxwedan, azadî û warên lê hatine dinyayê û lê mezin bûne bi canê xwe biparêzin Meclîsa Jinan ava kirin. Hewl didin bi hêza xwe birînên xwe derman bikin. Fermana 73'emîn nîşan daye ku Kurd, Êzidî, Sunnî,  Elewî û Şebek li cîhê lê dijîn statuya xwe bidest nexin, her tim ji êrîşên nû re vekirîne. Di vî alî de divê wekî hemû gelan mafê statuyê û çarenûsa xwe diyar bike bidin gelên Êzîdî jî. Bi saya vê têkoşînê, di 2016'an de pêşengiya ji bo 3'yê Tebaxê wekî Roja Têkoşîna Li Hemberî Qirkirina Jinan bê îlankirin kirin. Ji Ewropayê heta Qanadayê, ji Awusturalyayê heta welatên Afrîka, Tirkiye, Iraq û gelek welatên din ên dinyayê tevgerên jinan xwedî li vê bangewaziyê derketin. Di heman roj û di heman deqê de bûn yek dil û biryardariya xwe ya têkoşîna hevpar a li hemberî hovitî û qirkirinê destnîşan kirin. Îro jî ev biryadarî didome."
 
Platformê di daxuyiniya xwe de bal kişand ser domandin danişîna doza 10'ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê ya û wiha dewam kir: "Emê ne tenê ji bo Şengalê, ji bo hesab ji kujerên di 10'ê Cotmehê de Komkujiya Gara Enqereyê, di 5'ê Hezîrana 2015'an de bi bombeyê êrîşî mîtînga HDP'ê ya li Amedê kirin, daweta li Dîlokê xwîn rijandin û ciwanên dixwestin pêlîstokan bibin zarokên Kobanê li Pirsûsê hatin qetilkirin bipirsin; em careke din dubare dikin ku dê hewldana me ji bo darizandineke adîlane pêk were û alîkarên van kujeran bi cezayê heq kirin bên cezakirin bidome."
 
'QEYÛMAN, ÊZIDIYÊN PENABER LI HOLÊ HIŞTINE'
 
Platformê, daxuya kirin ku qeyûman Êzidiyên koçî Tirkiyeyê kirin li holê hiştin û wiha domand: "Ji bilî vê yekê tişta ku em dixwazin bînin ziman ew e ku wargehên şaredariyên DBP'ê ji bo penaberên ji ber fermanê cîh û warên xwe terkirine avakiribûn bi şandina qeyûman hatin girtin. Bi qeyûman re gelê Êzidî li deryayan terkî însafa bazirganên mirovan kirine. Bi girtina wargehên wekî mala xwe ya duyemîn qebûl kiribûn, qirikirina duyemîn li ser wan hatiye ferzkirin. Beriya qeyûman bêyî ku alîkariyên bingehîn ji hikûmetê wergirin, xwe bi xwe jiyana xwe, bawerî, tendûristî, xwedîkirin û paqijiya xwe bi, cih dianîn. Niha jî gelê Êzidî li holê hatine hiştin. Wekî Platformê daxwaziyên me yên ji bo serdana wargehên AFAD'ê her tim hatin astengkirin. Ev pêvajoya ku li welatekî ku Peymana Mafên Penaberan a NY'ê îmzekiriye derketiye holê, tê wateya ku ev peyman hatiye betalkirin. Ev hemû li aliyekî, komkujiya Suweydayê ya ku me anî nîşan dide ku heta ku gefa DAIŞ'ê li ser Êzidiyan û gelên Rojhilata Navîn bidome, hemû jin jî din bin xetereyê dene.
 
3'YÊ TEBAXÊ BILA BIBE ROJA ÇALAKIYÊN NAVNETEWEYÎ'
 
Platforma Jinan, di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: " Em jin dibêjin ku heta tenê jinek jî di navA destên çeteyan de bimînin, emê wan azad bikin.  Em jin dibêjin ku jenosît û qirkirina jinan sûcê mirovahiyê ye, heta ku hesab ji kujeran were pirsîn emê têkoşînin. 3'yê tebaxê ku ketiye nava rûpelên tarî yên dîrokê heta ku ev roj wekî "Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Hemberî Qirkirin û Komkujiya Jinan" bê qebûlkirin emê têkoşîna xwe li qadên navneteweyî û mekanîzmayên darazê bidomin. Divê neyê jibîrkirin ku qirkirinên hesabê wê nehatine pirsîn rê li ber qirkirinên din vedike. Bi vê wesîleyê em careke din jinên li Şengal, Rojava, Pirsûs, Gara Enqereyê, Suweydayê û Stockholmê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em jin li her derê hevkariya xwe ya bi jinan xurtir bikin û têkoşîna xwe bilintir bikin. Heta ku 3'yê Tebaxê bibe Roja Çalakiya Navneteweyî ya Li Hemberî Qirkirin û Komkujiya Jinan, bi şîyara Qirkirina Jinan Rawestînin, Jiyanê Azad Bikin em ê li her derê biqîrin."
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN