NAVENDA NÛÇEYAN - Vesazkirina leşkeriya bedelî ku demeke dirêj e li ser nîqaş dihatin kirin, piştî derbasbûna ji meclise, di rojnameya fermî de hat weşandin.
Guhertina qanûna leşkerî “Qanûna tekildarî guhertinên di qanûna leşkerî û hin qanûn û biryarnemaya di hikmê qanûnê de ya jimara 663” ku vesazkirina leşkeriya bedelî jî di nav de cih digire, di rojnameya fermî de hat weşandin. Li gorî vê yekê dê kesên ku beriya 1’ê çileya 1994’an ji dayik bûne, 15 hezar TL leşkeriya bi zorê ya Tirkiyeyê bikin. Di çarçoveya qanûnê de dê kesên 15 hezar TL pere razînin ji bo perwerdeya leşkerî 21 rojan biçin leşkeriyê.