STENBOL - Ji ber krîza dîplomatîk a bi DYA re berdewam dike, dolar bilind dibe. Dolar serê sibê geheşt astan 5.1154 TL’an û bilind bû.
Ji ber krîza dîplomatîk a Tirkiyeyê ya bi DYA re her ku diçe dolar bilindtir dibe. Piştî DYA got ewê danekirinê danîn ser du wezîrên Tirkiyeyê dolar derket 5 TL’an. Dolar ku duh bû 5.05 TL îro ev ast derbs kir û cardin firda.
Piştî Wezîrê Karê Hûndir Mevlut Çavuşoglu û hevmeqamê wî Mîke Pompeoyê DYA hatin gel hev, dolar bilindtir bû û gehişt asta 5.1154 TL’an.