ENENE - Femînîst-nivîskar Aslihan Gençay a nexweşîna Wernicke Korsakoff, ji ber ku pirsgirêkên di girtîgehê de ji dozger re vegotin, 10 roj in di hucrêyê de ye. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Tugay Bek, diyar kir ku Gençay di hucreya yek kesî de girtin ne hiqûqiye.
Li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsûsê îşkence, muameleya xerab û binpêkirinên mafên mirovan berdewam dikin. Femînîst, nivîskar Aslihan Gençay a nexweşîna Wernicke Korsakoff a li girtîgehê tê girtin, 10 rojin di hucrê deye. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek, bal kişand ser rewşa dawî ya Gençay û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tarsûsê.
Bek, diyar kir ku Gençay sala çûyî ji ber nexweşiyên xwe wê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsûsê û wiha axivî: “Gençay li Fakulteya Tipê ya Zanînageha Mêrsînê derket pêşberî şandeyê. Ligel ku nexweşiya wê ya Wernicke Korsakoff hebû jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne” danê. Her ku di girtîgehê de dimîne nexweşiya wê zêdetir dibe. Ji ber vê divê demildest bê berdan.
JI BER KU PIRSGIRÊK GOTIN, HAT CEZAKIRIN
Bek, da zanîn ku li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê tecrît heye û wiha got: “Gençay 10 rojin di hucreya yek kestî de dimîne. Gençay ji ber ku pirsgirêkên di girtîgehê de ji Serdozgerê Komarê yê Tarsûsê re vegotin, hat cezakirin. Gençay di hucrê de girtin heta bêje tewşe. Ev li dijî hiqûqê ye. Di nava vê pêvajoyê de, dibin navê ‘parastinê’ de, du caran îşkenceya derûnî li Gençay kirin. Rayedarên girtîgehê destûr nadin hikûmxarên din, Gençay a di hucreyê de bibin û bên gel hev. Gençay nikara ji derfetên cuda û radyoyê sûdê bigire û niha nizane ji bo çi di hucreyê de tê girtin. Rayedarên girtîgehê jî, derbarê vê yekê tu agahî bi wê re parve nekirin.”
MA / Hamdullah Kesen