Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin

img
ŞENGAL – Rojnameger Hayri Kiziler ê di serdema komkujiya Şengalê de bi sedanhezar kesan re xwe spart Çiyayê Şengalê û Komkujiyê ji raya giştî ya Cîhanê re ragihandibûn, di 4’emîn salvegera Komkujiyê de jî gavbigev bajarê Şengalê geriya û şahidiya ku ji îxanet û berxwedanê re kiribûn vegot.
 
Ezîdî di salvegera 4’emîn a fermana 73’emîn de ku aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat bi merasîmên cihêreng kesên hatibûn qetilkirin bibîr anîn. Komkujî di êvara 2’ê Tebaxê bi roja 3’ê Tebaxê ve girê de dest pê kir. Rojnameger Hayrî Kiziler jî ji ber komkujiyê bi sedhezaranre ji bajarê Şengalê derketibûn û ketibûn ser riya koçberiyê û xwe sipartibûn Çiyayê şengalê û komkujiyê ji rayagiştiya Cîhanê re ragihandibûn.  Di salvegera 4’emîn de jî Kiziler şahidiyên xwe yên li ser koç û komkujiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
Rojnameger Hayrî Kizilerê ku her kêliyên komkujiya Şengalê re şahidiyê kiribû û rayagiştiya Cîhanêre ragihandibûn di salevera 4’emîn de bersiv da pirsên me yên li ser mijarê 
 
Ji bo kesên komkujiya Şengalê mereq dikin dipirsim; Şengal wek cografîg li kuye, berya fermanê ji aliyê civakî, aborî, siyasî û leşkeri ve ciheke çewan bûn? 
 
Şengal; bajarê herî başûr ê Kurdistanê ye. Wek tê zanîn bejareke Êzîdiyan e. Dirêjiya Çiyayê Şengalê 70 Kîlometre ye. Heta 1975’an jî ligel ku Dewleta Iraqê hebûn jî wek herêmeke xweser bûn. Di 1970’an de PDK çû Şengalê û rêxistineke leşkerî ava kir. Pştî mudaxeleyeke pir ji rêzê ya Sedam PDK’ê Êzîdiyan bi tenê hişte û ji Şengalê revî. Êzîdî bê parastin bi wehşeta Sedam re rûbirû man. Hemû gundên şên ên Êzidiyan, yên qantara Çiyayê Şengalê û ên di Çiyayê Şengalê de hatin valakirin û hilweşandin. Wargehên ku îro Êzîdî lê dijî kampên di 1975’an de hatin lêkirin in. Hemu jî ji çiyê dur û di zikê deştê de hatine lêkirin. Mirovan bê daxwaza xwe ji neçeriyê ji xwe re kirin cihê wergeha jiyanê. Vaye ev cihên ku pir qala wan tên kirin Xanesor, Sinûn, Til êzer, Girzer, Koço  kampên di 1975’an de ji bo Êzidiyan hatine lêkirin in. Avên xwe ji bîran dikşînin û avên wan ne ew ava vexwarinêne. 
 
Gundiyên Êzidiyên ji çiyê û ji qontara çiyê hatin veqetandin li nav çolê xwe hînê çandiniyê kirin. Çandinî bû debara wan a sereke. Bo ku Şengal li ber Sînorê Sûriyêye kar û barê qaçaxiyê jî zêde dihat kirin. Dîsa kesên betal diçûn li Silêmanî, Duhok, Hewlerê di înşeatê de dixebitîn. Ev ji bo wan ne rewşeke hêsan bûn. Nasnameya xwe ya Êzîdîtiyê vedişartin û diçin kar dikirin. Li Şengalê zanîngeh tinebûn. Ciwan diçun li Musilê dixwendin. Ji bo wan jî ev pir zehmetbûn.Piştî Emerîqa di sala 2003’yan ket Iraqê, KDP cardin vegeriya Şengalê. Asayîşa Şengelê di destê KDP’ê de bû. KDP’ê bi mûceyên dan mirovan hemû bi xwe ve dan girêdan. Yên li dijî KDP’ê derdiketin jî rastî êrîş û zextan dihatin.
 
Berî DAIŞ Mûsilê dagir bike, rewşa Şengalê çawan bû? Mirovan çi difikirîn? Hêzên leşkerî û siyasî tedbîrên çawan digirtin? 
 
Fikarên mezin bi gel re çêbûbûn. Îhtîmala DAIŞ êrîşî Şengalê bike hebû. Bêguman KDP’ê di got ‘em li virin, dê neyên.’ Bi vê awayî nebza gelê Şengalê dixistin. Piştî DAIŞ ket Telafer, gel nû nû tirsiya. Tirmenên Şîî yên Telaferê neçar man ku birevin Şengalê. Êzidiyan ew jî dîtin. Ligel hemû fikarên xwe jî, xwedî li Tirkmenên Şîî derketin. Dinava mehekê de Tirkmen bi ser Dihok û Hewlêrê re hatin xelaskirin. Bajarên Bîlec, Baac û Zummar ên cîranên Şengalê ketibûn destên DAIŞ’ê. Bi vî awayî Şengal dorpêç kiribûn. Tenê deriyek vekirî mabû ew jî Rabîa bû. Êdî xurek jî nedihatin Şengalê. Lê hîna jî KDP’ê digot tiştek nabe. Êdî gel nedizanî çibike. 
 
*Gelo tiştekê ku hêvî bide gel nemabû?
 
Berî fermanê mehekê 12 gerîlayên HPG’ê hatibûn Şengalê. Karê xwe veşartî dikirin. Bi awayekê bê çek gund bi gund digerin û gel dê çawan xwe biparêzin agahdar dikirin. KDP a ku ev yek ferq kir, 3 gerîlayên HPG’ê girtin. Gerîlayên din jî, ji bo parastinê ciwanên Êzidî li Şengalê perwerde dikirin. 
 
Hûn bûn şahidê roja 3’yê Tebaxê. Hûn dikarin wê rojê ji me re vebêjin? 
 
Saet 02.00 yê şeva 2’yê Tebasxê dengên hewanan hatin me. DAIŞ’ê êrîşî gundê Gîrzer kiribû. Dûre agahiya êrîşêı gundê Sîba Şex Xidîr kirin gehişt me. Pişte jî  êrîşî gundên derdora Şengalê kirin. Gel li ber xwe didi û şer dikir. Lê pêşmergeyên KDP’ê Şengal terk dikirin. Gelê ku ev reva pêşmergeyan dît, wan jî dest bi reva ji Şengalê kirin. Ji xwe KDP’ê ne digotin ‘emê herin jî.’ 450 hezar Êzidî bê parastin hiştin û gel jî necar ma Şengalê terk bike. Gel berê xwe dan çiya û dixwestin demek zû ne yek dereng bigihêjin çiyan.  Tişta ku bêhna min teng dikir û gotin di qirak min de dihişt, îxaneta hat jiyîn bû. Wê demê ji bo agahî bidin, gava beşdarî televîzyonê bûn, min gotibûn ‘ev bûyera Harpagosa duyemîne.’ Min nedikarî biaxivîm û min bi yek hevokê rewşa heyî vegotibû. Niha jî niha jî di wê baweriyê deme. Min hinekê xwe kom kir. Diviya bû min ew kêlî bi belge kiriban. Tirsa komkujiyê pêşiya, kelegerm û bêaviya meha Tebaxê ketibûn. Hemû kesên kamera dîtin, ligel tirs, bêmafî û westandina heyî jî dixwestin biaxivin. Devê wan ji bê avî zûha bûbûn, lê bi zorê diaxivîn. Peyva destpê kê ya digotin “KDP’ê em firotin” bû. Êdî roniya çavên mirovan vemirî bû.
 
Li Çiyayê Şengalê hûn rastî çi hatin?
 
Serê sibê saet 09.00’an em ji Şengalê derketin. Nîveka şevê em gehiştin Çîlmera lûtkeya Çiyayê Şengalê. Li Çîlmera zom hebûn. Em pêdiviya xwe ya avê wê derê derbas kir. Şarjên telefonên me qediyabûn. Em pir bê xew mabûn. Nêzî 200 hezar mirovan xwe sipartin Çiyayê Şengalê. Pêşmergeyên KDP’ê ew der jî terk kiribûn. Li wê derê qereqola wan mabû. Wê demê min berê kameraya xwe dida kê, bêyî ku îtîraz bikin diaxivîn. 
 
Wê demê gel çawan bertekên xwe di anîn ser ziman? 
 
Gel ji hemû cîhanê alîkarî dixwest. KDP’ê îxanet li wan kiribû û êdî ev dizanîn. Saetên nîvrobû, 5 deqek dûrî me ji nişkan de dengê pevçûnê hat. Tirsa mirovan zêdetir bûbû. Ger çeteyên DAIŞ’ê xwe gihandibin Çiyayê Şengalê wê demê, êdî cihek nemabû ku gel xwe bispêrinê. Ez di wî alî de çûm. Rast bû. DAIŞ’ê xwestibû bike çiyayê Şengelê, lê 3 PKK’iyên li wir hebûn, bi doçkaya 23,5 a KDP’iyan li wir hiştibûn şer kirin û çete bê bandor kirin. Ev yek hişt ku gel rehet bibe. Dûre çend carên din jî DAIŞ’ê hewl da derbikeve çiyê, lê her tim rastî bertekên tund ê mezin hatin û paşve hatin xistin. Deriyeke din ê çiya hebû. Geliyê Kersê. Çeteyan xwest di wir re jî bên. Lê 2 PKK’iyên li Geliyê Kersê, bi doçkaya 12.3 a ji gel girtibûn êrîşî çeteyan kirin û qed kirin bin kontrola xwe.  Ji Sînûnê agahiya pevçûnan diha. Li wir jî 2 PKK’î hebûn û gel ji çeteyan diparastin. 
 
 Dûre çi qewimî?
 
Ez bawarim roja sêyemîn bû, yekîneyeke YPG’ê li aliyekê şer dikir û li aliyê din jî korîrdor vekir û xwe gihand çiyayê Şengalê. Gel li dûra van mirovan kom dibû. YPG’iyan bi wan re diaxivîm digotin ‘Ji bo ku hêzên YPG û Asayîşa Rojava korîdorekê vekin şer dikin. Sibetir du qemyon ar anîn çiyê. Korîdor hatibû vekirin. Du taburen cuda jî ji Qendîlê hatibûn. Gelê Rojava jî seferber bûbûn û dûre bi wesayîtan gel ji çiyê derxistin. 
 
Bûyerên pir trajedîk hatin jiyîn. Gotin têrê nake ku mirov vebêje. Ji bo min  pir zor dihat. Belgefilma min û hevalên min bi hevre temam kir, ez bawerim dê ji min xweştir wan rojan vebêje. Ji ber ku Êzidiyên li wê derê hemû zoriyên jiyan vegotine.
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

06/08/2018
09:07 Ev çîroka Gurbetê ye ku di 11 saliya xwe de hatiye zewicandin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2018'AN
05/08/2018
16:29 Karkeran cara 74’an daxwaza adaletê kirin
16:20 Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste
14:14 Hunermendê ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
14:14 Kampa Piştevaniya Mor bi dawî bû: Rêya me dirêje û pêşiya me vekiriye
14:13 Li Afganistanê leşkerên NATO’yê hatin kuştin
12:57 Talîmata medya civakî ya Şaredariya Serê Kaniyê!
12:40 Gundiyên li Gogsî ragihandin: Em dibin bombebaranê dene
12:14 Jinan bertek nîşanî Erdogan dan: Em li pişt dengên xwe ne
12:03 Derbarê teqîna Colemergê de angaştên nû
10:48 Polîsan bi ser daweta li ber stranên Kurdî guvend digerandin de girtin
10:40 Li Îranê çalaki didomin
10:28 Li ser rêya Riha û Semsûrê qezaya trafîqê çêbû
10:27 5 rojîn agahî jî endamê HDP'ê Koçakli nayê girtin
09:37 Li dijî Madûro hewldana sûîkastê: 7 keşker birîndar bûn
09:36 Hevjîna wî Dengbêj Cizîrî vegot
09:07 Esnafê Mahmûtpaşayê: Îsal rewşa kar ne tu rewş e
09:07 Li hemberî rejîma 'yekzilamî' pêşniyaza 'xeta têkoşînê'
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Dixwazin bi windakirin û revandinê tirsê belav bikin
09:05 Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê: Bêcezatî şidetê zêdetir dike
09:04 Qedexeya 2 sal û nîve naqede: Îmrali û Ocalan
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2018'AN
04/08/2018
16:35 Ji bo girtiyên nexweş bang li rayedaran kirin
16:08 Beştaş: Tu jî dê biçî…
15:53 Parêzer Încîn: OHAL rabû, lê di girtîgehan de binpêkirin man
15:46 Bîlgen bertek nîşanî Erdogan da
15:45 14 sale li benda bersivê ye: Tolga Baykal Ceylan li ku ye?
15:35 Qeyûm Geverê veguherandiye qada xwelî û tozê
14:59 Îstîsmarkarê zaroka 8 salî hat girtin
14:34 Waliyê Êlihê destûr neda çalakiya xizmên windayan
14:33 Ji gundiyên hatibûn binçavkirin 18 jê hatin berdan
14:31 4 kes li Stenbolê hatin girtin
14:05 Çîroka windayekê: Leşkeran bir û carek din venegeriya
12:53 ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de 195 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:31 Sewqên girtiyên Tarsûsê yên ji bo Kayseriyê didomîn
12:18 Lî Rûsyayê helikopterek ket û 18 kes mirin
11:59 Qedexeya derketina derve ya Lîcê û Hênê rabû
11:58 Li Mereşê erdhêj çêbû
11:48 Angaşta 2 polîsên birîndar jiyana xwe ji dest dane
11:21 Li Erdîşê 20 kes hatin girtin
11:05 Kujerên Cemîle nehatin dîtin
10:25 Malbatan bertek nîşan dan: Ên ferman dan jî, divê bên darizandin
09:46 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
09:35 ‘Bûyera Brûnson di nav têkiliyên ne baş de tenê hincetek e’
09:33 Dema wesayîta polîsan derbas bû teqîn rû da: 1 jê girina 9 polîs birîndar bûn
09:08 Parêzerên Ocalan raporek ji CPT'yê re şandin
09:07 'TRT'a ku bi bacên me li ser piya ye, xweserîbûna xwe winda kir'
09:06 Parêzer Încîn: Li girtîgehan hîna jî binpêkirina mafan zêde ye
09:00 ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2018'AN
03/08/2018
21:38 Ciwanê HDP'î yê bi ‘Ranger’ê hat revandin hat berdan
20:48 Malbatên 10'ê Cotmehê: Em ê tim doza edaletê bikin
18:04 Di doza komkujiya Gara Enqereyê de biryar hat dayîn
16:55 Ji bo Komkujiya Şengalê panel li dar xistin
16:37 Ji HDP’ê hişyariya stagflasyonê
16:36 Îdiaya ciwanê HDP’yî yê hat revandin agahî jê nayê girtin
15:45 Baroya Amedê: Di hefteya 136’emîn de edalet xwest
14:49 Çotkarên birîna ceyranê şermezar kirin, hatin binçavkirin
14:17 Êrîşî mizgefta Şiiya kirin û 15 kes kuştin
14:11 Qurbaniyên Komkujiya Şengalê hatin bibîranîn
14:08 Di salvegera fermanê de Meclisa Giştî ya Şengalê ragihandin
13:36 Kampa AFAD’ê ya Mîdyatê tê valekirin: Êzidî dixwazin li gundên Êzidiyan bi cih bibin
12:57 Ji Girtîgeha Tarsûsê 17 jin sewqî Qayseriyê kirin
12:54 Helîkopteran sêgoşeya Licê, Hênê û Karazê bombebaran kir
12:40 Îşkenceya di bin çavan de bir Meclisê
12:38 Bersûcê Komkujiya Garê: Wesaît li ser navê min qeydkiriye
12:33 Meclîsa Jinan a DÎK’ê: Bêdengbûn hevkariye
12:01 Şandeya HDP’ê li Şengalêye
11:56 'Emê di şexsê jinên Êzidî de rê nedin qirkirinên jinan'
11:20 Li 9 gund û mezrayên Amedê 'qedexe' hat îlankirin
10:35 Li Çiyayê Şengalê ciwanên Êzidî bi meşaleyan meşîn
09:57 Vesazkirina leşkeriya bedelî hat weşandin
09:52 Dolar dîsa bilind bû û 5.11 TL
09:20 Karkerên Paksanê: Sendîkayê destek neda me
09:02 Li Rihayê piştî OHAL’ê: Bi hezaran binçavkirin û îşkence
09:02 Girtiya pirsgirêk ji dozger re vegotin 10 roj in di hucreyê de ye
09:01 Newaze û bihûşta xwezayê: Gola Nemrûtê
09:00 Li Şengalê gavbigav geriya û ew roj vegotin
09:00 Oguz: Tecrîta li ser Ocalan rabe, dê rewş biguhere
09:00 Li vî bajarî jiyan li ser pişta duçerxan e
09:00 ROJEVA 03'Ê TEBAXA 2018'AN
02/08/2018
18:14 Namzetê HDP’ê yê Çewligê hat girtin
18:10 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:20 Senatoya DYA’yê firûtina F-35 rawestandin
15:07 Platforma Ked û Demokrasiyê: Em ê cezayê pereyan ranezînin
14:26 Li gumrika Karkamiş teqîna 'bi kontrol' rû da
13:38 Malbatên îstîsmarkarên zaroka biçûk ji bajarokê hatin dûrxistin
13:29 KCD: Em li cem civaka êzidî ne
12:26 Parêzerên Ocalan cara 777’emîn serlêdan kirin
12:25 Bersiv nedan teklîfa jenosîda Êzidiyan bê naskirin
12:11 Li bendê ye biryara doza Komkujiya Garê bê dayîn
11:42 Jinên êzidî di 4’emîn salvegera fermanê de behsa hovîtiyê dikin
11:21 Pisporan MB'’ê derewand: Di dawiya salê de enflasyon ji sedî 20 derbas dike
11:20 Onura CHP’î : Divê muxalefeta belava xwe kom bike
10:27 Bavê Feray Şahîn a hat kuştin: Dozger kujer bêsûc dike
09:55 ‘Îstîsmarkar tên parastin û dewletê kirin e zirx’
09:07 Li Efrînê êrîşên li ser jinan -3
09:03 Nivîskarên Portreyên Aştiyê: Pêkanîna adalete deynê stuyê me ye
09:01 Xelata Nobelê ya bîrkariyê dan profesorê Kurd
09:00 ROJEVA 02'Ê TEBAXA 2018'AN