MÊRSÎN - Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Ahmet Oguz, diyar kir ku binpêkirinên mafan û muameleyên xerab ên li ser girtiyan bi tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve girê da û got: “Tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, dê tecrîta li ser hemû girtîgehan rabe.”
Îşkence, muameleyên xerab, lêgerîna tazî, hejmara li ser piyan dayîn û binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de, piştî OHAL’ê jî bi dawî nebûn. Ji dijî van pêkanînan hemû serledanên hiqûqî yên girtiyan bêencam û bêbersiv dimînin. Berdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Ahmet Oguz, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan nirxand. Oguz, diyar kir ku binpêkirinên mafên mirovan ên di girtîgehan de, dewama tecrîta girankirî ya di 5’ê Nîsana 2015’an de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirine û wiha axivî: “Di şexsê Ocalan de hemû girtiyên siyasî tecrît dikin. Bi vê yekê re her roja derbas dibe zext, êrîş û îşkece zêdetir dibin.”
‘LAZIME TECRÎTA LI SER OCALAN RABE’
Oguz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Tecrît encama polîtîkayên îmha û înkarkirinê ye. Lazime tecrîta li ser Ocalan rabe. Ger tecrîta li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe, dê tecrîta li ser hemû girtiyan rabe. Ji bo tecrît bê rakirin emê serî li rê û rêbazên hiqûqî û demokratîk bidin. Niha li girtîgehên herêma Çukurova, li ser girtiyan zextên mezin hene. Li Kampusa Girtîgeja Tarsûsê, ji roja hatî vekirin û vir ve binpêkirinên mafan lê tên jiyîn. Rayedarên girtîgehê pitûk û rojnameyan nagirin hûndir. Di beşa jinan a Girtîgeha Tarsûsê de girtiyên nexweşîna giran hene. Jinên li dijî êrîşan li ber xwe didin jî, tên sûrginkirin. Pêkanînên zextan, awayekê îşkenceyên cuda ye.”
‘TAXIMA A HAT AVAKIRIN’
Oguz, da zanîn ku di Kampusa Girtîgeha Tarsûsê de, “Taxivma A” ya ji gardiyenan pê tê hatiye avakirin û wiha bilêv kir: “Taxima A nîveke şevê dikeve qawişan û hejmara li ser piyan dike. Zextên rûmeta mirovan bişkînin dikin. Girtiyan ji bo Taxima A serlêdana sûc kirin. Girtî tim ji me re dibêjin ewê li dijî van pêkanîn û zextan li ber xwe bidin. Divê em li derve bibin dengên girtiyan. Ger em nebin dengên girtiyan, dê kincên yek tîpî ferzî wan bikin. Em bang li hemû kesên hestiyar dikin ku, li dijî vê pergala heyî têbikoşin.”