ÎDIR – Li Îdirê hema bêje li ber deriyê her malekê duçerxek heye. Tê gotin li Îdirê 100 hezar duçrex hene. Şêniyên bajêr bi duçrexê diçin malê, kar, zevî, bax û baxçe û seyranê. Welatî duçerxê wek alavek bêmaliye û jiyana bi tenduristî dibînin.
Li gorî rêjeya nifûs yek ji bajarên herî zêde duçerxan bikar tînin bajarê Îdirê ye. Hema bêje li ber derê her malekê duçerxek heye. Tê gotin li bajêr nêzî 100 hezar durçerx hene. Şêniyên bajêr bi duçrexê diçin malê, kar, zevî, bax û baxçe û seyranê. Qadên parkê yên ji bu duçerxan hatine veqetandin jî balê dikişînin ser xwe.
ŞAREDARÎ QADÊN PARKÊ ÇÊDIKE
Şaredariya Îdirê ya ku hema bêje bi tenê bi rêveberiya DBP’ê tê birêvebirin li kargeh, qahwexane, kolan û cihê qelebalixiya mirov lê hene qadên parke yên duçerxê çêkirin e. Li bajêr herî zêde bala mirov dikanên durçerxan û tamîra wan bi ber çavê mirov dikevin. Duçerx wek alavek bêmaliyet û alavek veguhezandinê ya erzan û ji tenduristiya mirovan re baş e tê dîtin.
'KRÎZA ABORÎ LI ME JÎ DA’
Firoşkar û tamîrvanê duçerxan Sabrî Acur diyar kir ku 38 sal e ew karê duçerxan dike û got: “Îdir cihek rast e. Ji ber biha û maliyetê wê erzan e her kes tercîh dike. Alavek gelek sivik û hêsan e. Ji ber bi sotemeniyê nayê şixûlandin, mirov hemû pêdiviyên xwe bi duçerxê dibin serî. Hem werzîş e û hem jî ji bo tenduristiyê gellek baş e. Ev çend salên dawî ye karê me ne baş e. Berê rojê min 20-30 duçerx tamîr dikir. Niha rojê 4 duçerxan tamîr dikim. Firotina duçerxan sekiniye. Êdî mirov nikarin duçerxên xwe bînin tamîrê. Ya ew bi xwe tamîr dikin û ya jî bi malzemeyên xwe berê îdare dikin. Em di mehekê de nikarin jantek duçerxê bifiroşin. Krîza aborî ya li welêt, li me jî da. Firotin sekiniye.”
‘SEDEMÊ EZ LI SER XWE MAME DUÇERX E’
Ajokarê duçerxê Ahmet Yilmaz ê 65 salî jî anî ziman ku ew ji zarokatiya xwe ve li duçerxê siwar dibe û got: “Ez bi duçerxê hem werzîşê dikim û hem jî karê xwe dikim. Duçerx ji bo tenduristiyê. Sedemê ez wisa li ser xwe mame ajotina duçerxê ye.”
MA / Mahmut Ruvanas