DÎLOK – Polîsê Fatîh Burak, Feray Şahîn kuştibû. Burak bi sûcê “Bi qestî kuştin” dihat darizandin. Dozgerê dozê nêrîna xwe guherand û xwest bi sûcê “Bûye sedemê kuştina bi zanebûn” bê cezakirin. Bavê Şahîn, Bekîr Şahîn bertek nîşanda û got: “Bi vê biryarê dixwazin kujer bêsûc bikin.”
Fatîh Burak Aykul ê li Stenbolê polîs bû, ji bo betlanê çûbû Mêrsînê û bi çekê xwendekara Zanîngehê Torosê Feray Şahîn (23) kuştibû. Aykul jî îdia kiribû bûyer bi şaşîtî pêk hatiye.
DOZGER NÊRÎNA XWE GUHERAND
Der barê Aykul de bi sûcê “Bi qestî kuştin” doz hatibû vekirin. Di danişîna 5’emîn a dozê de dozger beriya mutalaya xwe bide biryara xwe guherand û xwest Aykul bi sûcê “Bi zanebûna qisûr bûye sedemê mirinê” bê cezakirin.
'BILA TU FERAY NEYÊN KUŞTIN’
Bavê Feray Şahîn, Bekîr Şahîn bertek nîşanî biryara dozger da û got: “Dixwazin bi guherandina sûcdarkirinê kujer biparêzin û bêsûc bikin. Em li benda biryarek dê dile me rehet bike bûn. Biryara bê dayîn dê bibe mînak. Bila ji niha şûn ve Feray nemirin. Ne qezaye bi qestî kurê min kuştiye. Ez dixwazim kiryar bila sûcê herî giran bigire. Êdî keça min nazivire û nayê. Qey di destê kî de çek hebe dê êdî hev bikuje gelo? Divê canê mirovekê ewqas ne erzan be.”
MA / Muhammed Abdulkadîr Esen