ŞIRNEX – Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr têkildarî îstîsmara li ser zarokan a li Şirnexê derket holê diyar kir ku berpirs tên parastin û vê bangê ji bo malbatan kir: “Ev ne bûyerên jê re ‘şerm’ bê gotin. Divê ser van bûyeran neyê nixûmandin.”
Li bajaroka Dêrahînê ya girêdayî navçeya Qilebanê ya Şirnexê dir ojen derbasbûyî de îstîsmara zayendî ya li dijî zaroka keç a 14 salî derketibû holê. Pişt re li bajarokê Gundikê Melê ya Şirnexê jî hatibû îdiakirin k udu zarok rastî îstîsmara xizmên xwe hatine. Heta niha her çiqas bûyer veguhezandibe Meclîsê jî bersiv nehatiye dayîn û balkêş e hewldanek hiqûqî jî nehatiye destpêkirin.
‘YÊN DEWLETÊ KIRIN ZIRXÊ XWE HER TIŞTÎ REWA DIBÎNE’
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr têkildarî mijarî axivî û got: “Me her du bûyerên îstîsmarê jî lêkolîn kir. Ji bo kiryar bên cezakirin em bi wezaret û saziyên pêwendîdar re di têkiliyê de ne. Her cûre êrîşa li dijî jin û zarokan ez wek wahşetê bin av dikim.”
‘DEWLET KIRYARAN DIPARÊZ E’
Îmîr anî ziman ku îstîsmarkarên hêzên dewletê ne tên parastin û wiha dewam kir: “Ez dikarim van bûyerên îstîsmarê yên li Şirnexê wek ‘xistina civakê’ îfade bikim. Bûyera li Qileban û Gundikê Melê encama polîtîkaya dewlet û pergalê ye. Li vir di serî de cerdevan, polîs û leşker dewletê wek zirx didin pişt xwe û serî li her tiştên nebaş didin. Viya jî ji xwe re rewa dibînin. Dixwazin bi vî awayî vê çandê li ser civakê belav bikin. Dewlet bi nêzîkatiya parastinê nêzî kiryaran dibe.”
Îmîr destnîşan kir ku ew amade ne piştevaniya hiqûqî bidin malbatan.