STENBOL – Nivîskarên Porteyên Aştiyê (Bariş Portelerî) ku têde çîrokên kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, hatine nivîsandin diyar kirin ku pêkanîna adaletê deynê stûyê wan e.
Endamên DAIŞ’ê di 10’ê cotmehê 2015’an de li dijî mitînga Ked, Demokrasî û Aştiyê ya ku ji aliyê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB’ê ve Gara Trenê ya Enqereyê dihat lidarxistin, çalakiyeke bombeyî pêk anîn û 103 kes qetil kirin. Bi ser komkujiyê de 3 sal derbas bûn û doza komkujiyê ku ji aliyê Çaremîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve tê dîtin jî ber bi dawiyê ve diçe. Doza ku 19’ê ji girtî, 36 kes ji firar bi giştî 96 kes têde tên darazandin, dê îro bi dawî bibe.
Kurtejiyana 103 kesên ku di komkujiyê de jiyan xwe ji dest dane, di pirûka Porteyên Aştiyê de hatine berhevkirin û weşandin. Edîtorê pirtûkê Evîn Bariş Altintaş û Bûrcû Karakaş têkildarî dozê nirxandinan kirin.
‘TRAVMAYA HERÎ GIRAN A DÎROKÊ’
Rojnameger Bûrcû Karakaş ku çîroka Sevgi Oztekîn a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû nivîsandiye diyar kir ku ji ber tiştên heta îro hatine kirin hêviya bi adaletê nema ye û wiha got: “Kesên di komkujiyê de birîndar rizgar bûn rastî êrîşa gazê ya polîsan hatin. Me dît ku xizm û hezkiriyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin binçavkirin. Ji ber ku destûr nehat dayîn berpirsên komkujiyê yên peywirdarên cemaweriyê nehatin darazandin. Kesên bûne sedema komkujiyê divê bên darazandin û ev yek pêwistiya hiqûqê ye. Heke neyên darazandin dê ev yek ji bo hiqûqê bibe rezîlbûn. Zû û dereng dê rojeke adalet pêk were. Pêkanîna vê yekê dê deynê stûyê me ye.
‘DIVÊ DEWLET BERSIV BIDE DAXWAZAN’
Rojnameger Evîn Bariş Altintaş jî ku çîroka Îdîl Guney a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû nivîsandiye da zanîn ku bawer nake adalet pêk were û ev tişt anîn ziman. “Ev yek girêdayî nêzikbûna hikûmet û darazê. Piştî 10’ê Cotmehê gelek malbat bi rengên cuda hatin tacîzkirin û travmayên cuda re rû bi rû man. Nedarazandina berpirsyarên cemaweriyê jî berdewamkirina vê tacîz û travmayê ye. Li gorî vegotinên parêzerên dozê ji pêvajoya plansaziyê heta roja ku komkujî pêk hatiye, rayedaran çavê xwe ji komkujiyê re girtiye. Em dixwazin dewlet ji bo berpirsyar hesap bidin bersiv bide daxwazên ku tên kirin.”
MA / Yasîn Kobulan