* Tirkiye û komên hevkarên wê OSO, bi kiryar, rê û rêbazên DAIŞ'ê li Efrînê tevdigerin û herî zêde êrîşî nasnameya jinan dikin. Li Efrînê jin tên revandin, tên kuştin, rastî îstîsmara zayendî tên, îşkenceyên giran li wan tê kirin û kincên reş li ser wan tên ferzkirin. Ji destpêka operasyonê heta niha bi dehan jin hatin revandin û kuştin.
*Nivîskarên Porteyên Aştiyê (Bariş Portelerî) ku têde çîrokên kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane, hatine nivîsandin diyar kirin ku pêkanîna adaletê deynê stûyê wan e.
* Platforma Ked û Demokrasiyê dê li dijî cezayê Dozgeriy Amedê bi hinceta "muxalefeta qanûna OHAL'ê" ku cezayê pere li kedkar û îxracên KHK'ê hatiye birîn li ber Edliya Amedê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. (12.30)
* Malbatên Roboskî dê di hefteya 344'emîn de biçin ser gora zarokên xwe û lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. (17.00)