ÎZMÎR – Parêzer Erdogan Akdogdu der barê miwekîlê xwe D.D. yê îşkence lê hat kirin daxuyanî da û got: “Riha veguherandine navenda îşkenceyê ye û li vir yekîneyên taybet ên îşkenceyê hatine erkdarkirin.”
Li Rihayê di 23’ê hezîranê de D.D. hat binçavkirin û li Fermandariya Cendermeyan a Kaniya Xezalan û Şaxa TEM’ê ya Rihayê îşkence lê hat kirin. Parêzerê D.D., Erdogan Akdogdu têkildarî rewşa miwekîlê xwe D.D. li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) a Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê jî piştevanî dan daxuyaniya Akdogdu.
Parêzer Akdogdu îşkenceya li miwekîlê wî hatiye kirin spart rapora tenduristiyê ya di destê xwe de û hemû hûrguliyên bûyerê vegot.
Akdogdu diyar kir ku di dema binçavan de miwekîlê wî bi “Endamtiya YPG, DAIŞ û FETO” sûcdar kirin e û dadgehê miwekîlê wî bi hinceta “sextekariya evraqan” girtiye.
‘MIWEKÎLÊ MIN DUBARE TÊ TEHDÎDKIRIN’
Akdogdu destnîşan kir ku miwekîlê wî bi îşkenceyek li dijî rûmeta mirovahiyê re rû bi rû maye û got: “Di laşê miwekîlê min de şopên îşkenceyê hene. Di stûyê miwekîlê min de şopên dişibiyan naprûkan hene. Her wiha di pişta wî û sînda wî de şopê îşkenceyê hene. Nikare bimeşe. Rewşa wî ya derûnî ne baş bû. Miwekîlê min bi revandinê tê tehdîdkirin. Bi rastî jî Riha veguherandine navenda îşkenceyê ye. Yekîneyên taybet ên îşkenceyê hatine peywîrdarkirin. Me bihîst ku li Rihayê însan sê mehan di îşkenceyê de mane. Peywîrdarên taybet hatine bicihkirin. Ji bo lêpirsîn berfireh bibe me giliyê sûc kir. Dozgerê bi bûyerê re eleqedar dibe gotibû dê bi mijarê ve eleqedar be. Lê belê sewqa miwekîlê min a Tiba Edlî jî nehatiye kirin.”
‘ÎŞKENCE BI DESTÊ HIQÛQÊ PÊK TÊ’
Akdogdu anî ziman ku îşkenceya tê kirin parçeyek şerê tê meşandin e û wiha domand: “Têgehên ‘ew’ û ‘em’ hene. Yên wek wan nefikirin hemû terorîstin. Li gorî me rêxistina sûc a rast ew in. Ev jî bi destê hiqûqê tê kirin. Dibe ku gilîkirinên me hiqûqî îşkenceya wan ranewestîne, lê dê roj were dewran biguhere. Heke em encam ji vê gilîkirinê bi dest nexin, em ê dozê veguhezînin CPT û NY. Her wiha li dijî helwesta dozgeran em ê serî li HSK’yê jî bidin.”
‘BINÇAVKIRIN ÎŞKENCE YE’
Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek jî da zanîn ku pêkanîna derûnî ya li ser binçavkiriyan tê meşandin di esasê xwe de îşkence ye û ew ê jî bibin şopdarên dozên îşkenceyê û yên din.