NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber weşandina karîkaturekî 6 meh cezayê girtîgehê li Gerînendeyê Giştî yê Weşana Înternetê yê Rojnameya Cûmhûriyetê Ogûz Guven hat birîn.
Gerînendeyê Giştî yê Weşana Înternetê yê Rojnameya Cûmhûriyetê yê berê Ogûz Guven ji doza ku dihat darazandin ceza xwar. Ji ber ku karîkaturê Charlie Hebdo yê têkildarî Hz. Mûhammed di quncikên xwe de weşandibûn, bi sûcdariya ‘Bi awayekî zanebûn gel tehrîkê kîn û dijminahiyê kirine’ 2 sal cezayê girtîgehê li nivîskarê rojnameyê Ceyda Karan û Hikmet Çetinkaya hatibû birîn. Bi hinceta ku geşedanên edliyeyê yên derbarê vê mijarê de kiribû nûçe û di malpera Cûmhuriyetê de bi karîkatur weşandibû, derbarê rojnameger Guven de doz hatibû vekirin.
Guven ku li Duyemîn Dadgeha Asliyeya Ceza ya Stenbolê derket pêşberî dadger di parastina xwe de destnîşan kir ku ji ber nûçeya derbarê hevalên xwe de neçar maye ku wêne biweşîne. Guven da zanîn ku 15 deqe piştî weşandinê wêne ji weşanê rakirine û xwest ku dadgehe ew tahliye bike.
Şandeya Dadgehê li gel vê parastinê jî Guven sûcdar dît û bi sucdariya ‘Bi awayekî zanebûn gel tehrîkê kîn û dijminahiyê kirine’ 6 meh cezayê girtîgehê da Guven.