ENQERE – Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji ber teqîna duh li Geverê pêk hat û di encamê de jinek û zarokê xwe jiyana xwe ji dest dabûn peyameke sersaxiyê weşandin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî teqîna ku duh li navçeya Geverê ya Colemergê pêk hat û di encamê de Nurcan Karakaya û zarokê wê Bedîrhan Mûstafa jiyana xwe ji dest dan, peyameke sersaxiyê weşand.
Peyama ku bi îmzeya Hevserokan Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî hat weşandin wiha ye: “Êşa me mezin e. Em bi tu awayî êrîşên bi vî rengî qebûl nakin û şermezar dikin. Pêvajoya tundiyê bêyî ku bibe sedema gelek mirinan divê bi dawî bibe. Ji bo vê yekê di serî de siyasetmedar û hemû kes û sazî tişta bikeve ser milê wan bikin, divê feraseta çaserkirina bi axaftinê serwer bibe.”