MERSÎN – Serokê berê yê rêxistina DBP’ê yê Mersînê Mehmet Zekî Etîz ku tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît jiyana xwe ji dest da.
Serokê berê yê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Mersînê Mehmet Zekî Etîz ku demeke dirêj bû li Edeneyê tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Etîz ji aliyê malbat û rêveberên DBP’ê ve ji nexweşxaneya ku lê jiyana xwe ji dest da, hat girtin û li navçeya Tarsûsê ya Mersînê hat definkirin.
Malbata Etîz li taxa Sûmer a navçeya Akdenîzê ya Mersînê ji bo Etîz konê sersaxiyê danî.