ŞIRNEX – Di êrîşa li dijî baregeha leşkerî de ya li gundê Navyan a girêdayî Şirnexê 3 cerdevan û 4 leşker birîndar bûn.
Li gundê Navyan a girêdayî Şirnexê êrîş li dijî baregeha leşkerî pêk hat. Piştî êrîşî pevçûn derket. Hat zanîn di pevçûnê de 3 cerdevan û 7 leşker birîndar bûn. Leşker û cerdevanên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Hat ragihandin li herêmê tevgera leşkerî didome.