ŞIRNEX - Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Koçmaz, bal kişand ser şewatên qadên li çolterên Şirnexê yên ji ber operasyonên leşkerî rû dan û got: "Armanca dikin ku herêmê bi mirov bihêlin. Helîkopterên ji bo şewata Yunanîstanê amadene, gelo çima ji bo çiyayên Cûdî û Gabarê ne amadene?"
Li çiyayên Cûdî û Gabarê yên navçe û navenda Şirnexê, di meha dawî de ji ber operayonên leşkerî carek din şewatê rû da û bi dehan hektar erd bûn xelî. Welatiyên rez û zeviyên wan ji ber şewatê zirarek mezin dîtin, diyar kirin ku sazî û dezgehên pêwendîdar şewatê bi zanebûn venamirînin.
‘HEWL DIDIN HERÊMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN’
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, bertek nîşanî mûdaxile nekirina şewata li Çiyayê Cûdî ya pêşberî bajaroka Gundikê Melê ya navenda Şirnexê derket, da û wiha got: “Li ser gelê Kurd, polîtîkayên pişavtin û êrîşan berdewam dikin. Ji ber ku operayonên leşkerî şewat rû didin. Ji salên 1990’î ve şewatên daristanên li herêmê berdewam dikin. Ev şewat bi awayekê zanebûn tên vêxistin û encama polîtîkayên heyîne. Dîsan bi şewatê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Polîtîkayêk wiha birêve dibin. Bi taybetî di demên dawî de, şewat heya binecihên welatiyan jî tên. Bi vê yekê dixwazin mirov ax û malên xwe terk bikin.”
‘MEQAMÊN LEŞKERÎ DESTÛR NADIN’
Kaçmaz, anî ziman ku şewat bandorek pir mezin li ser pergala xwezayî ya herêmê jî dike û wiha axivî: “Em hevdîtin bi rayedarên Midûryeta Karê Daristanan a Bajêr re hevdîtin kir. Ji me re gotin ‘Ji ber hinceta ewlekariyê rayedarên leşkerî destûr nadin em mûdaxileyî şewatên li herêmê bikin.’ Di rojên derbas bûyî de, ji bo şewata li Yunanîstanê rû da, rayedarên hikûmetê gotin ‘em amadene, mûdaxileyî şewata li Yunanîstanê bikin.’ Belê ya pêwîst eve. Lê helîkopter û agirkujên ji bo şewata Yunanîstanê amadene, gelo çima ji bo çiyayên Cûdî û Gabarê ne amadene?”