STENBOL – Komaleya Mafên Mirovan li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê rapora binpêkirina li girtîgehê amade kir. Li gorî daneyên raporê rojnameya Evrensel, Bîrgûn, Yenî Yaşam û pirtûkên malbat dişînin nadin girtiyan. Li ser daxwaza girtiyan pirtûkên ji girtîgehê tên xwestin jî 2 qat ji nirxê wê bûhatir didin girtîyan.
Rapora binpêkirina mafan a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ji aliyê Komîsyona Girtiyê Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hat amadekirin. Endama Komîsyonê Pr. Nagehan Avçîl got ku bi derbeya 15’ê Tîrmehê û îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) re serlêdanên binpêkirina mafan ên li girtîgehê hem ji aliyê malbatan ve û hem ji aliyê girtiyan ve zêde bûn.
‘DIBE KU JI BIHAYÊ PYASAYÊ ZÊDETIR BE!’
Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê hema piştî îlankirina OHAL’’ê bi kiryarên îşkence û binpîkirina mafan ket rojevê. Hat gotin ku piştî OHAL’ê pirtûkên ku xizm û malbatên girtiyan dişînin girtîgehê radestê girtiyan nakin. Girtîgeh jî pirtuka ku girtî dixiwazin bi mehan şûn de peyda dike û dide girtiyan. Pirtûka ku tê dayîn jî du car ji nirxa xwe bihatir didin girtiyan.
Dema ji Midurê Girtîgehê Tuncay Avanaş mijar tê pirsîn vê bersivê dide: “Di be ku hinek ji bihayê piyasayê zêter me dabe girtiyan.”
Di raporê de tê diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê li hember bersiva kiryarên binpêkirinande bi tu hinceta yasayî nîşanê parêzeran nedaye. Di hevditina îdare û parêzeran de ji ber helwesta “êrişkar û rêbaza ne rêzdar a Midurê Girtîgehê Avanaş hevdîtin di nîvî de tê birîn.
Rapor diyar dike ku hevdîtina telefonê û ji du meha carek hevditina vekirî ya girtiyayan li gor keyfiyeta îdarê pêk tê.
RÊZA BINPÊKIRINA MAFAN
Li gor gotinên girtiyan rapora ÎHD’ê amadekiriye wiha ye:
“* Cihê hewagirtinê dereng vedibe û zû tê girtin. Kiryarê gardiyanan a divê demê de bi porveke ne.
* Daxwaza girtiyê siyasî ya guhertina qawîşan naye qebûlkirin.
* Bilî nameyên APS û bi îdade û taahut yê nameyên girtiyan nayên qebûlkiri. Nameyên ku diçin ji saziyên sivîl û çapemeniyê re qe nayên şandin.
*Mafê telefonê ji 15 rojan yek, hevdîtina vekirî ji 2 mehan carek pêk tên.
* Nahêlin aktîvîteyên hevpar pêk bên
* Dîlekçeyên girtiyan naxin îşlemê û numareya wê nadin girtiyan,
* Di qawîşan de lêgerîna keyfî pêk tên, zirar didin eşya û bi hestên girtiyan re dilîzin,
* Kargoyê malbat dişînin bê ku agahî bidin girtiyan perapaş dişînin ji malbatê re,
* Cereb, Roman û çîrokên girtî dinivîsin bê ku girtek bê girtin û doz bê vekirin dest didin ser û nadin,
* Di birina nexweşxaneyê de girtî tên provekekirin, nîşana gur a MHP’ê tê kirin, sirûd tên xwendin, heqaret tên kirin. Piştî gotina Devlet Baxçelî; ‘Dibe ku di girtîgehan de îsyan çêbe’ ev tişt zêde bûn.
* Xebatên qada hevpar hatin astengkirin,
* Bersiva dîlekçeyên didin girtîgehê, dozgeriyê û dadgehe nagihîje cihê xwe û bersiv naye dayîn,
* Girtiyê di piyê wê de platîn heye jî deriye hesas de derbas dikin û lêgerîna tazî li ser wan fer dikin û di riya nexweşxaneyan de pirsgirêk tên jiyîn,
* Di lêgerînê de ji keyfa xwe dest didin ser eşayan û eşyayê dibin perepaş nadin xwediyê wî,
* Cezayên ne qanûn û keyfî yê dîsîplînê tê dayîn,
* Dayîne qedexeya girtina hemû pirtûkan a ketina girtîgehê,
* Li gel hemû daxwazan rojnameya Evrensel, Bîrgun, Yenî Yaşam nadin girtiyan,
* Gelek qedexe ne li gor yasayan li gor qeneta îdareyê pêk tên…”
‘BERPIRS RÊVEBERÎYE’
ÎHD di beşa encama raporêde bal dikşîne ser kiryarê keyfî yên girtîgehê. Rapor dide zanîn ku di rewşên wisa de derketina buyereke provake de berpirs îdareya girtîgehê ye.
MA / Yasîn Kobulan