DÎLOK – Hunermendê Dewletê yê Sûriyeyê Omer Gulcan ku ji ber şerê navxweyî neçar ma welatê xwe terk bike diyar kir ku Sûriye di xeyalên wî de wekî ku terk kiriye û ev tişt got: “Ez dema li Sûriyeyê mêze dikim ne Sûriyeya xera bûyî, Sûriyeya berê dibînim. Bila welatê tu kesê nekeve vî halî.”
Şerê Sûriyeyê yê ku 7 salên didome bûye sedam mirina bi hezaran kesî û koçberbûna bi milyonan kesî. Şer derbeyeke mezin li çanda qadîm a Sûriyeyê jî da. Hunermendê Dewletê yê Sûriyeyê Omer Gulcan (58) ku li bajarê Ezazê jiyaye û ji neçarî derbasî Dîlokê bûye anî ziman ku bêriya dema berê ya Sûriyeyê kiriye. Gulcan diyar kir ku di jiyana xwe ya hunerî ya 43 salan de 36 albûm û 30 besteyên kurdî, erebî û tirkî çêkiriye û dikare 7 amûrên mûzîkê bi kar bîne. Gulcan destnîşan kir ku 8 salan konservatûarên dewletê yên li Şam û Helebê perwerde dîtiye.
MUZÎKÊ DIDOMÎNE
Gulcan anî ziman ku şer dawî li jiyana wî aniye û wiha got: “Li Tirkiyeyê diçeme dewetan û her wiha li televîzyonên herêmî bernameyan çêdikim û bi rengî xebatên xwe yên muzîkê didomînim. Min li ser bêrîkirina welatê xwe jî gelek tişt nivîsand, lê bêyî ku bi weşînim hemûyan xelaşt û avêt. Ji xwe her kes bi kul û êş e. Min jî nexwet bi xweyê bi ser êşa gel de biçim.”
‘BÎRANÎNÊN ME DI KAVILAN DE VEŞARTÎ NE’
Gulcan da zanîn ku Dîlokê jî wekî axa xwe dibîne, lê li gel vê yekê jî bêriya welatê xwe dike û got ku di jiyanê de tu tiştek wek welatê mirov şêrîn nabe. Gulcan diyar kir ku bîranînên wî di bin kavilên Sûriyeyê de veşartîne û axaftina xwe wiha domand: “Sûriye hê jî di xeyalên min de wekî ku min terk kiriye ye. Ez dema li Sûriyeyê mêze dikim ne Sûriyeya xera bûyî, Sûriye saxlem a berê dibînim. Bila welatê tu kesî nekeve vî halî. Rewşeke gelek zehmet e. Ewil dema ku ez hatime vir difikirîm ku dê bûyerên li welatê min mezin nebin û di demeke nêz de careke din vegerim welatê xwe.”
‘DIVÊ EM XEYAKLÊN ROJÊN XWEŞ BIKIN’
Gulcan detnîşan kir ku li şûna rojên bi êş bînin bîra xwe divê xeyalên rojên xweş bikin û wiha dawî axaftina anî: “Bêhna welatê min ji pozê min tê û min bêriya her tiştê welatê xwe kiriye. Parvekirina welatê me ya di navbera welatên din de me diêşîne. Siyaseta navwelatî ya li ser xaka me berdewam dike. Tu kes berjewendiyên gelên Sûriyeyê nafikire. Herkes berjewendiyên xwe difikire. Em naxwazin welatê me bê dabeşkirin. Bila welatên derve destên xwe ji welatê me bikişînin. Em dixwazin rojek zûtir aşitî bê welatê me.”
MA / Mûhammed Abdûlkadîr Esen