MÊRDÎN – Li Qoserê maşîneya zirxî TOMA û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 2 jê giran 5 kes birîndar bûn.
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê duh bi şev otomobîla Îlhan Ergul û maşîneya zirxî TOMA ya polîsan li hev qelibî. Bûyer li kolana Fermandariya Leşkerî ya Navçeyê pêk hat û 5 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Birîndaran bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên cuda û hildan bin dermankirinê.
Hat zanîn ku ji birîndaran rewşa 2 kesan giran e.