AMED – Li Lunaparka Amedê du zarok li gondolê siwar bûn û bi boneya slogana “Bijî Serok Apo” berz kiribûn bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirin e” doz li wan hatibû vekirin. Her du zarok jî ji dozê berat bûn. Heyeta dadgehê sloganê di çarçoveya azadiya ramanê de nirxand.
Li navçeya navendî ya Peyasa Amedê di 15’ê hezîrana 2018’an de zarokên bi navê A.H. û Î.T. yên 17 salî çûn Lunapnarkê û li aleta kêfê ya bi navê gondolê siwar bûn. Her du zarokan jî di gondolê de nîşaneya serkeftinê bilind kirin û slogana “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di vê navberê de polîsên li parkê peywîrdar bûn bi îdiaya zarokan slogana “Bijî Serok Apo” berz kirin e binçav kirin û birin Şaxa Miduriyeta Zarokan a Emniyeta Amedê. Piştî îfadeyên zarokan îfade da hatin berdan.
JI SLOGANÊ RE 5 SAL CEZA HAT XWESTIN
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê her du zarokan de bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kirine” lêpirsînê di 10 rojan de temam kir û di 26’ê hezîranê de îdianame amade kir. Di îdianemeyê de ji selekê heta 5 salan cezayê hepsê ji zarokan re hat xwestin.
‘BİJÎ SEROK APO TUNDIYÊ BI XWE RE NAYNE’
Dadgeha Cezayê Giran a Zarokan a Amedê îdianemeyê qebûl kir û danişîna ewil a dozê di 26’ê hezîranê de hat dîtin. Di danişînê de bi hinceta sûcê xistine stûyê zarokan, ji yasayê re nabe hêmanên sûc biryara beratê da. Dadgehê berata dozê di çarçoveya azadiya ramanê de nirxand û got slogana “Bijî Serok Apo” tundiyê bi xwe re nayne.
MA / Denîz Tekîn