Guhertina Demografiya Efrînê -1

  • rojane
  • 10:02 31 Tîrmeh 2018
  • |
img
EFRÎN - Herêma Efrînê zêdetirî 4 mehin ku di bin kiryarên agirkirina Tirkiyeyê û komên hevkarên wê OSO de ye. Ji destpêka dagirkeriyê û heta niha bi dehan qadên dîrokî û pîroz hatin rûxandin,  gor û talankirina milkên Efrînê jî berdewam dike. Bi hincetên parastinê dagirkeriya li Efrînê ji bo bi cih kirina komên selefî yên OSO bi awayekê eşkere derketiye asta herî jor.
 
Herêma Efînê ku di pergala Bakurê Sûriyê de weke heremek Kanton bi kantona Şehbayê re dibû herêma Efrînê ji ber gelek sedemên bingehîn û berjewendî û itîfaqan ji aliyê Tirkiyeyê ve hat dagirkirin.
 
Şer û kriza li Sûriyeyê her çiqasê 7 salên xwe temam  kir  jî, lê di rastiya xwe de li kuderê berjewendiyên dewletên serwer  pêkan be, ew herêm tim dibin bombebaran û şerekê dijwar de ye. Herêma Efrînê yek ji heremên ku bûye qurbaniya tîfaqên welatên serwer a li ser qada Sûriyê, lewra di asta têkîliyên di navbera endamên NATO yê Tirkiye û Rûsya de xetereyeke mezin nîşan dide. Rûsya,Tirkiye û Îranê di hevpeymana Astanayê de li ser herêmên kêmkirina şer di Gulana 2017 an de (Idlib, Xutaya rojhilat, Dera û Quneytira) li hev kirin, lê di sala 2018'an de û destpêkê ji Efrînê xwestin ku van tîfaqan bi îdîaya şerê terorê xera bikin û Astanayê bi dawî bikin û temenê wê tijî bikin. Herêmên kêmkirina şer ji aliyê artêşa Sûriyeyê ve rastî operasyonên leşkerî yên dijwar hatin. Ji ber vê sedemê komên çete û malbatên wan li herêmên Bakurê Sûriyeyê (Cerablus, ElBab, Idlib û Efrînê) hatin bicihkirin, lê sedema sereke ew bû ku dewleta Tirk xwest ku herêmên kêmkirina şer bifiroşe Rûsyayê da ku Rûsya destûr bide Tirkiye herêma Efrînê dagir bike û projeya demokrasiyê derbe bike, ango wekî di rojeva niha de diyar dibe ku Tirkiye di riya herêma Efrîn de xwest xwe bighîne derya Spî. Her weha heta Parêzgeha Helebê biçe û ev di çapemeniya Tirkiye de hat eşkerekirin ku ragihandina bi ser Tirkiyeyê Yanî Şefak belav kiriye ku itfaq hene ku Tiriye derbasî parêzgeha Helebê bibe.
 
Di 20'ê Çileyê de bi 72 Tirkiyeyê bi belafirên şer, bikaranîna her cure çekan û tevî komên OSO êrîş Êfrînê kirin. Êrîşên ji 3 eniyan ve hatin destpêkirin heta 18’ê Adarê û  koçkirina hemû niştecihên heremê bê navber berdewam kirin û bû sedema ku di 18’ê Adarê de 400 hezar koçber ber bi herêma Şehba, heremên Nubil û Zehra û hejmarek ber bi Helebê ve biçin.
 
Di operasyonek wiha li ser Efrînê de seneryonên dewletên hegemonîk bi dawî nebûn. Tirkiyeyê tim ewlekariya sînorê xwe kir mijar û di rastiya xwe de ev kir behane û piştî Efrîn bi ser heremên Cerablus, ElBab, ElRayî û Ezaz de biçe. Dagirkeriya ku li ser herêma Efrînê di senaryo û lihevkirinên Rûsya ya Rêjîma Sûriyê bi komên bi ser Tirkiyeyê de bû ku opersyona lihevkirina derketina selefiyan ji Xutayê dihat kirin, lewra Rûsya ku serkeşiya van lihevkirinan dike bi Tirkiye re ku serkêşiya hejmarek mezin ji wan komên çekdar li Sûriyê dike itîfaqa dagirkeriya Efrînê hate pêk anîn û berê wan çeteyan dane Efrînê.
 
Komên OSO yên bi ser Tirkiyeyê ve ji destpêka dagirkeriyê dest bi kiryarên binpêkirin û zirardayîna niştecihên Efrînê kir û ev yek bi awayekî hişmendî dihate kirin. Li gorî agahiyên ku nava koçberên Şehbayê,  hat destnîşankirin ku dema OSO derbasî nava gundên Efrînê bûn zext û zilm li sivîlan kirin û welatiyên Efrînê rastî her cure lêdan û revandinê hatin. Ji aliyekî din ve jî ji bo pêkanîna itîfaqa Rûsya û Tirkiye komên çete û malbatên wan ku hejmara wan 41 hezar bû ber bi herêma Efrînê de şandin û li malên Efrîniyan bi cih kirin, çavkaniyên ji nava Efrînê eşkere kirin ku Efrînî bi zorê ji malê xwe dihatin derxistin ku wan çeteyan û malbatên xwe malên wan desteser dikirin û talan dikirin.
 
Ji destpêka êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê dewleta Tirk û komên çete bi her awayî polîtîkeya koçkirina niştecihên Efrînê û guhertina demografiya herêmê bi her şêwazê bikaranîne. Dewleta Tirk piştî ku di 18 Adarê de navenda bajarê Efrînê dagir kir dest bi planên guhertina demogerafiyê kir û ew heta niha jî berdewam dike. Li gorî agahî û zanyariyên ji heremên têne bidestxistin dewleta Tirk ji bichkirina malbatên ji Xutayê ku yên çeteyên bi navê (Feyleq ElRehman- Ceyş ElIslam-Tehrîr ElŞam û Ehrar Elşam), derxistina niştecihên Efrînê ji malên wan, destserkirina mal û milkên sivîlan, ferizkirina zimanê Erebî-Tirk li herêmê û qedexekirina zimanê Kurdî, Belavkirin û bilindkirina wêneyê Erdogan û ala Tirkiye li herêmê, girtina endamên kurd ên di nava meclisên ku avakirye, girtina endamên kurd di nava leşkerên wê de, xerakirina perstgehan, xerakirina mezaran, xerakirina cihên dîrokî, prpoxendeyên Tirkiye ên li herêmê, nîjadperstiya pêkhateyan û qirkirina wan ku ferq û cudahiya di navbera olan de ku heqaret li sivîlan dikir pêk aniye. Ev hemû dikevin çarçoveya guhertina demografiya herêmê û qirkirina çanda herêmê ku gelek parçeyên dîrokî ji aliyê leşkerên Tirkiye ve hatine dizîn.
 
BI CIHKIRINA MALBATÊN SELEFÎ YÊN XUTAYÊ 
 
NAVÇEYA CINDIRÊSÊ 
 
1-Telef: Herêma leşkerî ye, qedexeye ti kes derbasî wê bibe.
2-Kefer Zeyt: hejmara malan 150, 4 malbatên ji Xutayê hatine bichikirin.
3-Kanî Gewrik: Herêma leşkerî ya Tirkiyê.
4-Gundê Qicûma: Hejmara malan 35, 5 malbat ji Xuta lê bi cih bûne.
5-Gundê Aşkana Rojhilat: 80 mal in, 3 malbat ji Xutaya Rojhilat lê bi cih bûne.
6-Gundê Gewrikê: 160 mal in, 7 malbat ji Xutayê lê bicih bûne.
7-Gundê Feqîra: Hejmara malan 80, 15 malbat ji Humis, 5 jî Xutayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Bircikê: 30 mal, 4 malbat ji Humisê lê hatin bicihkirin.
9-Gundê Meska Jorîn: 57 mal, malbatek ji Xutayê lê bi cih bûye.
10-Gundê Dêr Belût: 100 mal, 10 malbat ji Humsê lê bi cih bûne.
11-Gundê Dîwan: 25 mal, 18 malbat ji Hums û Xutayê bi cih bûne.
12-Gundê Celeme: 930 mal, ji Xuta 100 malbat û ji Humisê 25 malbat lê bi cih bûne.
13- Gundê Çeqala: 40 malbat ji Xutayê lê hatin bi cihkirin.
 
NAVÇEYA ŞÊREWA 
 
1-Gundê Şadîra: Hejmara malan 160 in, 6 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
2-Gundê Xerzawiya: 400 mal, 200 malbat ji Xuta, 15 ji Dûma û 3 ji Qibtan Cebel a li gundewarê Helebê lê bi cih bûne.
3-Gundê Birc Ebdula: 350 mal, 50 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
4-Gundê Basûta: 460 mal in, 110 malbat ji Xutayê lê hatinê bicihkirin.
5-Gundê Basûfan: 250 mal in, 50 malbat ji Xutayê hatin bi cihkirin.
6-Fundê Birc Heyder: 150 mal in, 30 malbat ji Xuta û Nebik lê bi cih bûne.
7-Gundê Berad: Hejmara malan 450 ne, 20 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Birc Silêman: 30 mal in, 8 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
 
NAVÇEYA MABATA
 
1-Gundê Mîrkan: 50 malbat ji Xutayê lê bicih bûne.
2-Gundê Sariya: 4 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
3-Gundê Habo: 9 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
4-Gundê Şeytana: 6 malbat ji Dûmayê lê bi cih bûne.
5- Gundê Gewrika Jêrîn: 3 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
6- Gundê Gewrika Jorîn: 4 malbat ji Xuta lê bi cih bûne.
7-Gundê Erba: 18 malbat ji Xutayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Bedîna: 23 malbat ji Xutayê lê bi cih bûn.
9-Gundê Dimiliya: 9 malbat ji Xutayê ji Xutayê lê hatin bi cihkirin.
10-Gundê Gemrûk: 13 malbat ji Xutayê gund bi cih bûne.
 
XERAKIRINA CIHÊN DÎROKΠ
 
(GIRÊ ÊN DARÊ )
 
Artêşa Tirk Parezgeha Girê Gundê Ên Darê ya li başûrê bajarê Efrînê di roja 27’ê çile de bi balafiran bombebaran kir. Perzegeha ku şûnwarekî dîrokî ye bi temamî hate ruxandin û parçeyên wê yên dîrokî belav bûn.
 
Parezgeha Ên Darê yek ji şûnwarên dîrokî yên herî girîng ên li ser asta Sûriyê ye. Ji aliyê rêxistina UNESCO ve wekî yek ji giringtirîn cihên dîrokî yên li Sûriyê ye hatiye destnîşankirin. Dîroka wê vedigere serdema Hisiyîn (sala 1200 BZ) li ser rêbaze Hûrî-Mîtanî yên di salên di navbera 700-1200 beriya zayînê li Sûriyê belav bûne, hatiye lêkirin.
 
(NEBÎ  HÛRÎ "SÎROS”)
 
Dîroka wê vedigere serdema Hûriya sala 3500 BZ, rêxistina UNESCO wê wekî yek ji cihên dîrokî ya li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn pênase kiriye. Gelek nav ji vî cihî şûnwarî re heye, niha navê wê Nebî Hûriye, di serdema Yonaniyan de navê Seryos lê hate kirin. Her wiha navê Ecîabols an bajarê herdû pîrozên bi navê Kozma û Demîanos ên li ser gorên wan kenîse hatine çêkirin. Di heman demê de kenîseya Seman El-Xeyûr tê de heye, ew tê de hatiye definkirin.
 
Di vî cihê dîrokî de kolana sereke, serşok û cihê gerimkirinê heye. Li aliyê başûr-rojava jî gora Nebî Hûrî heye. Gor bi şeklê şeşkoşe hatiye amadekirin, di meydana goristanê de jî Mizgefteke ku dîroka wê 1859 Z. heye. Di salên di navbera 312-64 BZ de ji ber cihê wê yê stratejîk hêzên Yonan tê de xwe bi cih kirin. Herêm zû pêş ket. Li wir pere dihatin çêkirin. Di heman demê de cihekî girîng a olan bû, li wir navenda perezgeh hate çêkirin.
 
Ev cihê dîrokî çend caran ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate topbarankirin û bombebarankirin. Di encamê de beşek ji dika şano ya Romanî hate ruxandin, herwiha derdora qubeya 6 koşe ruandin çêbû. Topbaran û bombebaran li ser wê herêmê hîn jî didome.
 
(PEREZGEHA ROMANÎ YA LI GUNDÊ KALOTA)
 
Parezgeh li gundê Kaloa ya 30 kîlometreya başûrê bajarê Efrînê ye. Perezgeh di sê rojên destpêkê yên êrîşa Artêşa Tirk de hat bombebarankirin. Di encamê de beşê wê yê rojava hat ruxandin. Di heman demê de dîwarê wê yê başûr ber bi derve ve derket.
 
Parezgeh di sedsala duyemîn a Zayînê de ji aliyê Roma ve hate avakirin. Di sedsala 4’an a zayînê de Qidîs Marmarûn li wir jiyan kir. Marmaron yek ji girîngtirîn kesayetên Sûriyan li Sûriyê ye. Xiristyaniyan Parezgeh veguhertin Kenîse. Mamorn li wir mezin bû, paşê berê xwe da gundên Kefer Nebo û li wir jiyana xwe ji dest da. Di serdema Islamê de Hemedaniyûn wê kirin Keleh û xwe tê de parastin. Ji ber cihê wê stratejîke û li ser herêmeke berfirehe.
 
(GUNDÊ ELBÎSKA)
 
Gundê Elbîska 40 kîlometreyan li bakur-rojavayê bajarê Efrînê dikeve. Li se sînorê Tirkiyê ye, di gund de gelek cihên dîrokî û şûnwar hene, wekî keleh û perezgeh ku vedigerin serdema Romaniyan.
 
Balafirên Artêşa Tirk a dagirker ew jî di roja 23’yê çile de bombebaran kir. Di encamê de bi temamî hate ruxandin, parçeyên wê li gelek cihan belav bû,niha tu hebûna wê nemaye. Tu kes nikare nêzî gund bibe, ji ber ku Artêşa Tirk û çeteyên wê gund topbaran dikin.
 
(GUNDÊ KOLPE)
 
Gundê Kolpe ya dîrokî, gelek kenîse û perezgehên dîrokî lê hene. Gund 15 kîlometreyan li başûr-rojhilatê bajarê Efrînê ye. Çend caran dewelta Tirk gunnd bi balafiran bombebaran kir. Di encamê de komkujî pêk anîn û 8 welatiyên sivîl şehîd bûn û 7 birîndar bûn. Ev êrîş jî di 28’ê meha çile de pêk hat.
 
Gundên Kolpe jî mîna gundê Elbîkê ye, şûnwarên wê yên dîrokî pir in, kenîse û perezgehê di serdema Romaniyan de lê hatine çêkirin.
 
DIZIYA PARÇEYÊN DÎROKÎ
 
Dewleta Tirk bi armanca qirkirina çanda hezar salan kevneşopiyên Efrîn xira kir, agahiyên berdest dane zanîn ku berhemên dîrokî hatine dizîn û li bazarên dewleta Tirk ve an jî li heremên Mertala Firatê têne firotin. Li gorî agahiyan niha hejmara kevneşopiyên ku di destê dewleta Tirk de ye 16 hezar perçeyên dîrokî ne.
 
Kesên ku bazirganiya kevneşopiyan jî dikin leşker an kesên simsar ên girêdayî dewleta Tirk in. Piştî ku ew berhem têne derbaskirin radestî cîhazên ewlehî yên Tirkiyê têne kirin û li gorî lêkolîna ku hate kirin piştî diziya ku bû, hate zanîn ku ew berhem li cihê rêveberiya kevneşopiyên Tirkiyê ne.
 
Derbarê hejmara piştrastkirî ya berhemên ku hatine dizîn zelal nehatiye eşkere kirin, Rêveberiya mûzexaneyên Sûriyê Mehmûd Hemûd ragihandibû ku ji bilî hejmara ku hatiye dizîn zêdetir dizî çêbûye, lê ew weke ku komîte nikarin bighêjin hejmara rast.
 
XERAKIRINA GORAN 
 
Di destpêka meha Rojiyê (remezan) ê de, li taxa Zêdiyê ya navenda bajarê Efrîn mezera Şêx Zêd hate talankirin û dizîn. Her weha li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên li Efrînê hatine bidestxistin de hate zanîn ku Goristana Ş.Seydo ya ku dikeve milê navçeya Cindirêsê bi temamî hate rûxandin. Li kêlek vê yekê jî goristana navçeya Raco jî bi temamî hate xerakirin di dema ku çeteyên ASA û dewleta Tirk navçe dagir kirine. Ji bo berdewamiya qirkirina çanda kurdan jî gora Nûrî Dêrsmî jî li Zayreta Henan hat xirakirin.
 
Li Efrîn û derdora wê 12 mezarên êzîdiyan hene, lê artêaş Tirk û çekdarên wê hin ji wan rûxandin û hin jî dagirkirine. Mezarên êzîdiyan ên li Efrînê ev in: Mezara Şêx Berekat, li ser Çiyayê Şêx Berekat a li başûrê gundên Basûfanê ya herêma Efîrnê ye (Artêşa Tirk dagirkiriye), mezara Şêx Rikab li gundê Şadiriyê ye, Mezara Şêx Elî li gundê Basûfanê ye, Mezara Çelxane li gundê Qîbarê ye, Mezara Şêx Kursî li nêzî bajaroka Etmê ya Idlibê ye (JI aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin), mezara Şêx Şemis Adiya li gundê QÎbarê ye, Mezara Barse Xatûn li gundê Qestel Cindo ye (Ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin), Mezara Şêx Seyda li gundê Feqîra ye, Mezara Bîr Cefer li gundê Meşla ye, Mezara Şêx Xerbî li gundê Sînka ye, Mezara Hogir li gundê Cirnê ye.
 
Her weha dewleta Tirk Mezara Şêx Berekat a li ser Çiyayê Şêx Berekat dagir kirin, kirine bargeh û mezar bi temamî hilweşandiye. Dewleta Tirk her wiha mezara Parasna Xatûn a li ser Çiyayê Parasna Xatûn a Qestel Cindo ya Efrînê jî dagir kirine, çavkaniyan destnîşan kirin ku artêşa Tirk û çekdarên Cebhet El-Nusra Mezara Şêx Keras a li nêzî bajaroka Etmê ya Idlibê û li ser sînorê Cindirêsê rûxandin. Rûxandin di sala 2013’an de dema herêm dagikirin pêk hatiye.
 
FERQ Û CUDAHIYA OL Û NIJATPERETIYÊ 
 
Hejmara niştecihên li Efrînê man, di bin zextên dewleta Tirk dene. Weke ku tê zanîn pêkhatiyê Efrînê ji Elewî, Êzdî, Kurd û Ereban pêk tên, rastî nijadperestiyê tên û li ser sivîlan bişavtina olî ferz dikin û di riyan de ji niştecihan re heqaretê dikin, ev dîmen serwerî û şêwazê DAIŞ’ê tîne bîr mirovan. Ji pêkhateyên ku di nava Efrînê de di bin qirkirinê de ne Êzîdî ne ku ji 22 gundên wan ên li herêmê ji aliyê OSO'yan ve hatine xera kirin û talan kirin. Li gorî çavkaniyên Efrînê li her gundekî Êzidiyan komên OSO dixwazin mizgeftan avabikin da ku wan Êzîdiyan bikin Mislman.
 
Li Efrîn û derdora wê 12 gorên Êzidiyan ên hebûn hatin texrîbkirin. Li herêmên goran ên hatin  texrîb kirin, baregahên leşkerî hatin avakirin. Gorên Êzîdiyan ên mijara gotinê ne wiha ne: "Basûfanê, Feqîra, Elî Qîna (Artêşa Tirk dagirkiriye), Qsetel Cindo(Artêşa Tirk dagirkiriye) , Qîbarê, Xezawiye, Buric Ebdalo, Qitmê, Ên Darê, Tirindê, Sînka, Kefer Zêt, Îska, Şadîr, Kîmarê, Çeqela, Aşka Rojhilat, Baê, Qoçma, Qîle û bajarê Cindirêsê.
 
Di hin van gund û bajaran de bi welatên êzîdî re welatiyên misilman jî dijiyan.  Gundên ku tenê Êzîdî lê dijiyan jî ev in: Basûfanê, Baflon û Qestel Cidno ne. Di heman demê de li taxên Helebê Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Bustan Paşa jî Êzidî lê dijîn.  Şêniyên gundên Êzîdiyan ji tirsa ji aliyê leşkerên tirk û OSO'yan ve bên qetilkirin, gundên xwe terk dikin. 
 
Rêxistina Gelên Di Bin Tehdîdê ku navenda wê li Almanyaye, derbarê kiryarên TSK û OSO piştî dagirkirina Efrînê de raporek weşand. Naveroka raporê ku ji rêveberên rêxistinê û pisporê Rojhilata Navîn Kamal Sido ve hatiye aşkere kirin, got hêzên OSO yên di heremê de weke “Îslama Radîkal” bi nav kir û wiha got: “Efrîn ku berî demekê bajarekî vekirî û lîberal bû bicihkirina îslamên radîkal ên Ereb re di kiryar û pêkanînan de hiqûqa şerîatê ya tuj ketiye meriyetê.”
 
Sido, anî ziman ku li bajêr dîmenên zilamên bi rê dirêj û jinên çarşafê reş zêde bûne û da zanîn ku êdî jinên ku paçe reş nedin serê xwe nikarin derkevin kolanan. Sido, destnîşan kir ku ji ber van pêkanînan Êzidî û Elewiyên di Efrînê de qada jiyanê ji wan re nemaye.
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

01/08/2018
16:34 Gundiyan derbarê teqîna Colemêrgê de axivîn: Bi dehan maşîneyên zirxî derbas bûn
16:11 Parêzerê D.D: Li Rihayê yekîneyek taybet a îşkenceyê heye
15:36 Rûsya: Dema wê bê dê Tirkiyeyê ji Sûriyeyê bê derxistin
14:34 Rêveberê DBP’ê yê binçavkirî hat berdan
14:20 Doza darizandina cerdevanê îstîsmarkar talûq bû
14:12 Parêzerên doza 10’ê Cotmehê: Em ê li pey dozê bin
14:10 6 meh ceza dan rojnameger Guven
13:23 Li Heskîfê pevçûn: Kesek mir
12:41 ‘Polîtîkayên 5 hezar sal ên li ser jinan, li Şengalê pêk anîn.’
12:27 152 saziyên jinan: Em ê dev ji mafê xwe bernadin
12:06 HDP: Êşa me giran e
11:37 Girtî: Em ji ber bermahiyên febrîkayê nikarin bêhn bigirin
11:30 HDP’ê îstîsmara li Qilabanê bir Meclîsê
11:13 Serokê berê yê DBP’ê Etîz jiyana xwe ji dest da
10:53 ‘Dê welat bibe girtîgeha vekirî’
10:50 Li Şirnexê pevçûn: 3 cerdevan û 4 leşker birîndar bûn
10:43 ‘OHAL li Amedê qet ne rabûye’
10:07 Helbestên kurdî digîhîjin gundan
10:00 ‘Bi armanca herêmê bêmirov bihêlin dişewitînin’
09:22 Esnafên Îdirê: Krîza dema Ecevît jî ne wisa bû
09:21 Pirtûk li girtîgehê 2 qat bihatir tên firotin
09:19 Rojnameger Oner: Di binçavan de MÎT’ê gef li min xwar
09:18 Ji 73 fermana heta Meclîsa Giştî ya Şengalê rewşa êzidiyan
09:14 Cîhanê li hemberî Efrînê rola sê meymûnan lîst -2
09:11 Hunermendê Dewletê yê Sûriyeyê: Bila welatê tu kesê nekeve vî halî
09:08 Karkerên Flormarê: Îktîdar tenê dengê me nabihîze
09:06 Li Îdirê rîçala bi çêj: Rîçala bacanê reş e
09:04 Penêrê Wanê tehma xwe ji giyayê zozanan digire
09:00 ROJEVA 01'Ê TEBAXÊ 2018'AN
31/07/2018
16:35 Polîsan li Erdişê bi ser malan de girtin
16:14 Şandeya HDP’ê serdana Yildirim kir
15:45 Taşdemîr: Em bi polîtîkayên pişavtinê re rû bi rû ne
15:11 Li Amedê ji bo Komkujiya Garê daxuyanî: Dê têkoşîna me bidome
14:57 Reveberê DBP’ê li Mêrsînê hat binçavkirin
14:43 Şaxên ÎHD’ê: Demildest girtiyê nexweş Koçer Ozdal berdin
14:18 Malbatên Komkujiya Garê: Çima berpirsyar nayên darizandin
13:34 Baroya Amedê: Dengê îşkenceyê ji qawîşên din jî tê bihîstin
13:27 Parêzerê 46 salan: Min di 12’ê Adar û 12’ê Îlonê de tiştek wiha nedît
12:37 Şandeya HDP’ê dê biçe serdana Bînalî Yildirim
12:03 Piştî rakirina qanûnê Diyanet TV vedibe
11:40 Prz. Balsak: Girtina Guven ne hiqûqiye
11:39 Doza Komkujiya Enqereyê di bin şertên rêveberiya awarte de destpê kir
11:38 Ji bo nexweşên şekerê Hişyariya hawa germ
10:40 TOMA li otomobîlê qelibî: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
10:34 'OHAL’a daîmî’ fermî bû
10:29 Dadgehê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ berat kir
10:02 Guhertina Demografiya Efrînê -1
09:49 Paylan: Dibe ku IMF deyn nede Tirkiyeyê
09:45 Hedefa astengdarê bi yek milî damezrandina akademiyê ye
09:36 Mamosteya berxwedêr: Em koka daran bixwin jî emê ji pergalê re bîat nekin
09:17 Bavê 2 zarokê wî xeniqîn: Rayedar me sûcdar dikin, qey sucê wan nîn e?
09:14 JES’an erê bikin dê bi sedan dar tune bibin
09:13 Civaknas Bariş: Yekitî wê meseleya Şengalê çareser bike
09:10 Ji bo ajantiyê kirin nava HDP’ê, ji ber ku nekarî şantaj bike, qatil kirê kir
09:08 Bihûşta li ser Aras: Gola Masiyan
09:05 Cejna Qurbanê jî hat lê kes naçe bazara heywanan
09:01 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2018'AN
30/07/2018
16:14 Oluç: Divê em li dijî rejîma ne rewa muxalefetê birêxistin bikin
15:29 HDP’ê cezayê Zarok TV’yê bir Meclîsê
15:25 Nûçegihanê me yê bûyera îstîsmarê derxist holê hat tehdîtkirin
15:06 'Li Dersimê bi zanebûn daristanan dişewitînin’
15:04 Li Edenê cînayeta kar
14:47 Mahîr Kiliç li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi çalakiyê kir
14:14 Saziyên li Wanê ji bo danişîna 10’ê Cotmehê daxuyanî dan
13:45 'Em hedef dikin ku xwedî zarokan derkevin’
13:28 HDP û KCD: Daristanan dişewitînin û vemirandinê asteng dikin
13:01 Beriya doza 10’ê Cotmehê banga beşdariyê kirin
12:43 Li Îdlipê komên dibin kontrola Tirkiyeyê de navên xwe diguherin
11:50 Doza Nisêbînê: Parastin dibe îşkence û li wan dizivire
11:41 Polîsekê hevalê xwe yê kar kuşt
11:20 ‘Em ê bi êşê re rû bi rû bimînin lê qet dev ji doza xwe bernedin’
10:40 Li Umraniyê dîwarê palpiştê hilweşiya
09:41 8 navên di MYK’a HDP’ê de guherîn
09:20 Pekoz: Şerê li Sûriyeyê ber bi dawiyê ve diçe
09:19 Yek jê 3 salî 2 zarok ji aliyê xizmên xwe ve hatin îstîsmarkirin
09:18 Li Dêrsimê dest bi qusandina hiriyê kirin
09:04 ‘Hunera xweser huner e’
09:02 Meclîsa HDP’ê ya jinan dê eniya hevpar xurt bike
09:00 Epozdemîr: Em ê rastî dozên DMME yên Tirkiyeyê mehkûm bike, bên
09:00 ROJEVA 30'Ê TÎRMEHA 2018'AN
29/07/2018
17:20 ‘Qetilkirina xwezayê qetilkirina jinê ye'
16:13 18 sal ceza li îstîsmarkar hat birîn
15:45 Dê HDP pêşengiya ‘eniya antî faşîst’ bike
14:56 Ji bo Yildirim li ber mala cemê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:52 Navê sembola berxwedana Fîlîstînê Tamîmî û dayika wê hatin berdan
11:47 Daxwaza pirtûka kurdî bi bedela wergerê asteng kirin
11:12 Zeytûn: Bûyerên revandinê dişibîn ên salên 90’î
11:03 Agirkuj hat gund lê agir venemirand
10:27 Farisogullari: Ji bo hûnandina xeta têkoşînê emê berpirsiyartiyê bigrin ser xwe
10:25 Ozsoy: Rojava hîn kir ku Erdogan ji darê zorê fem dike
09:52 TJA: Bi pêşengtiya jinê emê xeta têkoşînê bihûnin
09:15 Li kesên îxracan protesto kirin cezayê pere birîn
09:13 Nexweşe lê ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
09:13 Walîtiyê got şer çêbû lê di serê wî de şûna guleyek hebû
09:07 ‘Ne bi polîtîkayên rast be koçberên Sûriyeyê dê bibin geto’
09:06 Prz. Ballikaya: Azadî û Mafên bingehîn ji darazê girtin û dan destê rêveberiyê
09:04 Xwestin ji giliyê vegerînin
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2018'AN
28/07/2018
17:13 Dîsa gef li malbata Şenyaşar xwarin
17:07 Pevçûna li çoltera Liçê dijwartir bû