STENBOL – Mamosteya 15 salan Sema Uçar a bi KHK’ê ji kar hat îxrackirin diyar kir ku dema wê biryarê bihîst tişta di serê wê de derbas bû “gelo ezê sibê neçim dibistanê û ders nedin xwendekaran" bû. Uçar ji roja ji kar îxrac bûye ve di kolanê de li ber xwe dide û wiha got: “Ew kesên gotin ‘bila yên ji kar hatine derxistin bila koken daran bixwin’ re bersiva me ev e; Em koka daran bixwin jî emê li hemberî pergalê serî natewîn in."
Di Rewşa Awarte (OHAL) ya ku piştî 2 salan hat rakirin de 32 Biryarên di Hukmê Qanûnê (KHK) de hatin weşandin û di vê çarçoveyê de 125 hezar 800 xebatkarê cemawerî ji kar îxrackirin. Sema Uçara mamosteya 15 salan di 7’ê Sibata 2017’an de bi KHK’ya hêjmara 686’an îxrac bû.
BERTEKA DESTPÊKÊ
Endama Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Sema Uçar da zanîn ku dema dest bi îxrackirina kedkaran kirin min fêmkir ku wek hemû hevalên wê yên muxalîf dê dor bê ser wê jî û wiha vegot: “Ez herçend ji bo rewşeke wisan amadebim jî di jiyana şênberde ev cihê tê jiyîn. Her ku KHK derdiket ez di lîsteyê de li navê xwe geriyam. Min digot teqez navê min jî di wî KHK’ê de heye. Piştî mirov ji kar tê avêtin hest û bertek cihê ne. Berteka min a destpêkê ev bû; gelo ez sibê nikarim biçim dersê bidim xwendekarên xwe. Piştî îxrackirinê em civiyan. Me nîqaş li ser çewaniya têkoşîna li dijî OHAL û KHK’ê kir. Her hefte li gel hevalên xwe yên hatin îxrackirin çalekiya, ‘em karê xwe dixwazin’ re destpê kir. Polîs êrişê me kir. Me kirin bin çavan. Lê me pes nekir."
'TAYBETIYAN LI RENGÊ JIYANA ME ZÊDE KIR'
Uçar da zanîn ku ew bûn malbatek, bîranînên taybet li jiyana wan zêde bûn û wiha dewam kir: “Tiştên ku me qet ji kesî re venegot me ji hev re vekir û li hev parve kir. Wek maxdurê KHK’ê mil bi mil berxwe dan. Ji desthilatdariyê re me vê digot; tu me ji kar biavêjî jî em bîadê te nakin. Hata ji bo me wisa hatibûn gotin; Heke kar nabînin bila biçin qurmê daran bixwun. Bersiva mejî wisa bû; belê emê qurmê daran bixwin lê nebin bîadkarê pergalê. Ev berxwedana me ye.”
‘BÊRIYA XWENDEKARÊ XWE KIR’
Uçar destnîşan kir ku bi rabûna OHAL’ê re ev pergal karê wan ê ku ew pir jê hez dikin nade wan û got: "Di fermiyetê de OHAL’ê rakirin. Lê zagon derxistin û OHAL’a demkî kirin mayînde. Ji ber vê jî ne hêsane ku derfet bidin ku em vegerin ser karên xwe. Lê çewan be jî em dê riyek avakin û karê xwe bidestxin û bigihîjin xwendekarên xwe. Hêviya min a ji bo vê her heye. Min bêriya xwendekarên xwe kiriye.”
TÊKOŞÎNA XWE DÊ HILKIŞÎNIN MECLÎSÊ
Uçar di hilbijartina 24’ê Hezîranê de bû namzeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û sedemê endamtiya xwe wiha vegot: "Me li kolanan têkoşîn da û didin. Lê têkoşîna li Meclîsêjî girîng e. Partiya me HDP ji bo vê partiya herî guncan e. Ji bo vê tercîha xwe di HDP’ê dam û bû bûm endam.”
'EZ PIR ÊŞIYAM'
Uçar di têkoşîna xwe ya li dijî pergalê de tişta ku pê zêde êşiya jî wiha anî ziman: "Hevalek dema wan li ber xwe didan hat û di ber wan de derbas bû lê ji tirsa pergalê silav neda wan. Ev ê famkirinê nîn e. Lê min pir êşan de. Gelek kes min ji rehbera telefona xwe bir. Lê hewildanên ku min kêfxweş kirin jî hene. Ew jî serdana xwendekaran û malbatê wan e. Ji van malbat û xwendekaran helwestên wisa pîroz hene ku hêzeke mezin dide mirov. Wek mînak; malbat û xwendekarên piştî çalekiyê telefon û mesajan dişînin û dibêjin; ‘hun bi silametî çun mala xwe’. Ev xwedîderketin nirx û rûmeta herî mezin e.”
Uçar biryardariya xwe nîşan da ku heta ew vegerin ser karê xwe û bigihîjin xwendekarên xwe dê çalakî û berxwedana xwe li dar bixin û herî dawî jî bang kir ku her kes tev li çalakiya wan bibe û destek bide wan.
MA / Bîlal Seçkîn