RIHA - Birayê Serokê Şarediya Serêkaniyê ya Rihayê Menderes Atîlla, Mehmet Saîd Atîlla, ji bo karê ajantiyê yek ji malbatên herî mezin ên navçeyê Eşîreta Bagara xist nava HDP’ê, lê dûre ji ber ku şantajên wî yên li ser eşîretê bi cih nehatin, derket holê ku vê carê qatil kirê kiriye.
Endamê Eşîreta Bagara ku yek ji malbatên herî mezin a navçeya Serêkaniyê ya Rihayê M.Ç., bi îdîaya birayê Serokê Şaredariya Serêkaniyê Menderes Atîllah, Mehmet Saîd Atîlla yê berê Serokê Şaredariya Serêkaniyê bû, ji bo wî bikuje qetil kirê kiriye, serî li dozgeriyê da. M.Ç. ê çû Serdozgeriya Komarê ya Serêkaniyê li ser beyanên kesê ku dê wî bikuje, îfade da sozger.
ÎFADE DA DOZGER
M.Ç. ê di 29’ê Çileya 2018’an de îfade da de wiha behsa rewşa xwe û malbata xwe kir: “C.Ç. bavê mine. Bavê min 3 serdeman endamtiya meclîsa Partiya Demokrat a bajêr kir. Di heman demê de Serokê Eşîreta Bagara ye. Em weke eşîret tim li gel dewlet û miletê xwe cih digirin. Dîsan weke eşîrat em tim cihê xwe ligel malbata "Serokê Şaredariya Ceylanpinar Menderes Atîlla" digirt.
'JI BO AJANTIYÊ EM BEŞDARÎ HDP’Ê BÛN'
Dûre Mehmet Saîd Atîlla (birayê Menderes Atîlla) û parazvanê wî Casîm Evsîne, ez şandim nava Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û xwestin li wê derê çi dibe fêr bibin. Ji bo wan têk bibin em şandin. Bi eşîreta xwe re weke ku em derbasî HDP’ê bûn, me xwe nîşan da. Malbata Atîlla li wê derê wêneyên me kişandin û şantaj li me kirin. Malbata Atîlla ji me re got ‘An hûnê tim koleyên me bin û ligel me cih bigirin, an jî emê wêneyên we ji hemû saziyên dewletê re bişînin û we biqedînin.’ Bi vî awayî şantaj li me kirin.”
'FERMAN BIKUJE!
M.Ç. di dewama îfadeya xwe de wiha got: “Mehmet Saît Atîlla û parazvanê wî Casîm Evsîne, ji bo min bikuje, welatiyekê ji Iraqê Ahmet Azîz di berdêla nasnameya koçberî û pere de kirê dike. Atîlla, teklîfa ‘yan ji vê malbatê kesekê bikuje, yan jî bombe û çekan bixwe mala wan, wesayît û kargehên wan û wan bi polîsan bide girtin û ji holê winda bibe’ ji penaberê Iraqê re dikin. Ewlekariya canê min û malbata min tuneye. Ez dixwazim parastina me bê kirin. Weke min anî ziman, ez gilîdarê Mehmet Saît Atîlla û parazvanê wî Casîm Evsîne me.”
SOZA HEMWELATIYÊ DABÛNÊ
M.Ç. piştî îfade da dozger û şûn de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û wiha got: “Kesekê ji bo kuştina min kirê kiribûn, ew bi xwe hat hemû tişt îtîraf kirin.”
M.Ç. tiştên jiyîn wiha vegot: “Di 24’ê Kanûna 2017’an de bi telefonê kesek li min geriye. Dest pê kê pirsa bavê min li male yan na kir. Dûre zilamek hat mala me. Penaberekê li Kaniya Xezalan dijî. Ji min re got; ‘Li xwe miqate be. Dê te bikujin.’ Piştre zilam got ‘Saît Atilla ji xwest tu min bibî ser sînor û ez jî te li wir bikujim.’ Raste ez berê qaçaxçî bûm. Atîlla ji wî re dibêje ‘Ji xwe ew qaçaxçiye. Weke ku qaçaxçîtî kir hat kuştin, bide nîşandan. Ger tu nekarî vê yekê bikî, wê demê qileşekê bixe wesayîta wî û îxbar bike. Gava te ve kir ezê te bikim hemwelatiyê Tirkiye yê.”
LIGEL WÎ LI PARAZVANÊ ATÎLLA GERIYA
M.Ç. anî ziman ku destpê kê bawerî neda wî kesî û wiha bilêv kir: “Ji ber vê min delîlek şênber jê xwest. Wî jî ligel min bi telefonê li parazvanê Atîlla Casîm geriya. Min axaftina wî û Casîm qeyd kir. Ev axaftina niha di destên min dene. Piştî mehekê, min fikirî ku ewlekariya canê min tuneye û serî li dozger da.
Hat zanîn ku di dosyeya serlêdana M.Ç. de heya niha tu pêşketin nehatiya jiyîn.
Weke M.Ç. jî gotî, Eşîreta Bagara, di Mijdara 2015’an de beşdarî HDP’ê bûbûn û di merasîma tevlîbûnê de, endamên eşîretê dirûşmeya “Kurd û Tirk birane, yên wan cuda dikin qeleşin” berz kiribûn.
MA / Arjîn Dîlek Oncel