* Herêma Efrînê zêdetirî 4 mehin ku di bin kiryarên agirkirina Tirkiyeyê û komên hevkarên wê OSO de ye. Ji destpêka dagirkeriyê û heta niha bi dehan qadên dîrokî û pîroz hatin rûxandin, gor û talankirina milkên Efrînê jî berdewam dike. Bi hincetên parastinê dagirkeriya li Efrînê ji bo bi cih kirina komên selefî yên OSO bi awayekê eşkere derketiye asta herî jor.
* Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan ku bi nasnameya xwe ya aborînasiyê tê zanîn, diyar kir ku rewşa Tirkiyeyê ya aborî rewşa krîzê ye. Îhtîmal mezine IMF deyn nede Tirkiyeyê. Heke rewş were asteke wisa dê xetereya mezin dest pê bike.
* Ji Cejna Qurbanê re 3 hefte man û êdî dema ku heywanê qurbanê bên firotin e. Lê li gel cejn nêz dibe jî Bazara Heywanan a Wanê bêdeng e û kes naçe li bihayê qurbanan mêze nake û napirse.
* Gola Mesiyan a herî bilind bi nebat, renginiya xwe û xweşikiya xwe ya xwezayî bala mirovan dikişîne ser xwe. Gundiyên derdora golê ji ber malovaniya avzêm, kanî û cureyên çûkan golê wek bihuşta ser rûyê erdê penase dikin.
* Birayê Serokê Şarediya Kaniya Xezalan a Rihayê Menderes Atîlla Mehmet Saîd Atîlla, ji bo karê ajantiyê yek ji malbatên herî mezin ên navçeyê Eşîreta Bagara xist nava HDP’ê, lê dûre ji ber ku şantajên wî yên li ser eşîretê bi cih nehatin, derket holê ku vê carê qatil kirê kiriye.
* Civaknasê Êzidî Azad Bariş, bal kişand ser 3’yê Tebaxê Komkujiya Şengalê û got: “Divê pirsgirêka Şengalê bi pêşniyarên Êzidiyan li qada navnetewî bên çareserkirin.”
* Li Taxa Tîre Başkoy amadekariya lêkirina JES’an didome. Ger “rapora ÇED’ê bê erê kirin” dê bi dehan darên guz, hêjîr û zeytûnan bên tunekirin. Teknîsyenê Zireetê Temel Tekîn, da zanîn ku ger li ‘Egeyê JES’ bên çêkirin herî zêde 10 sal paşê dê her cih hişk bibe û jiyan biqede.
* Bendava Alîbeykoy a Navçeya Sûltanbeyliya Stenbolê her roj bi xeniqîna kesekê dikeve rojevê. Herî dawî du zarokên Ridvan Yanar di bendavê de xeniqîbû. Yanar, ji ber tetbîrên ewlehiyê tunebûn rayedaran sûcdar kir. Lê rayedaran ligel ku tetbîrên ewlehiyê negirtibûn jî, malbata Yanar ji bo ku xwedî li zarokê xwe derneketiye tewambar kir. Yanar dipirse; gelo dereceya gunehê rayedaran a di van bûyeran nîn e û got: "Na ku heye çiqaye? Heta niha tu ewlehî nehatiye girtin."
* Mamosteya 15 salan Sema Uçar a bi KHK’ê ji kar hat avêtin, diyar kir ku dema wê biryar bihîst tişta di serê wê de derbas bû “gelo ezê sibê neçim dibistanê û ders nedin xwendekaran" bû. Uçar ji roja ji kar hat avêtin û vir ve di kolanê de li ber xwe dide. Uçar, da zanîn ku ew kesên gotin ‘bila yên ji kar hatin avêtin, bila qurmê daran bixwin’ re got bersiva wan ev e; "Belê em qurmê daran bixwin, lê me tu carî li hemberî pergalê serî netewand."
* Hamza Taşdemîr ê milê xwe windakir dev ji çêkirina pasteyan berneda. Taşdemîr ji ber xebata karê xwe hêjayî xelatê ye û hedef dike ku li Dîlokê akademiya pasteyan ava bike.
*Yekem rûniştina danişîna biryarê ya Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê dê li Kamposa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (9:30)
* Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, dê derbarê binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê hatin jiyîn de, li Buroya Alîkar a Edlî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
*Şaxên ÎHD’ê yên Enqere, Stenbol, Îzmîr, Mêrsîn, Amed û Êlihê, dê têkildarî rewşa tenduristiya girtiyê nexweşîna giran Koçer Ozdal ê rakirin Nexweşxaneya Numunê, daxuyanî bidin. (12:00-12.30)
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, dê derbarê Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê de, li Odeya Bijîşkan a Amedê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)