DERIM – Li Dersimê 3 roj şewata daristanan dewam kir û pişt re vemirandin. Rêveberê DDF’ê Alî Riza Bîlîr got di rojên mîhrîcanê de şewat derxistin bi zanebûn pêk hatiye.
Balkêş e ku şewata daristanan a li Dersimê rastî Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Dersimê ya hat qedexekirin anîn. Li herêma gundên Aşagi Yakabaşi û Çataksu yên Pertekê û herêma Alîbogazi, Pakîre 3u Demîrkapı yên Xozatê 3 roj şewat dewam kir û piştî 3 rojan vemirandin. Şewata li herêma Pertekê bi balafirên verirandinê şewatê xistin bin kontrolê, lê qada 600 hektar şewitî. Li herêma Xozatê jî ji ber bombebarana helîkoptêran şewat derkiebû û 3 roj domiya û duh hildan bin kontrolê.
‘BI ZANEBÛN DIŞEWITÎNIN’
Endamê Desteya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Dersimê (DDF) Alî Riza Bîlîr tekildarî şewatê diyar kir ku li Dersimê şewat kronîk bûye û her sal bi zanebûn daristanê didin ber şewatê. Bîlîr di dewama axaftina xwe de wiha got: “Darisanên me bi zanebûn didin şewitandin. Şewata daristanan a îsal bi zanebûn di dema mîhrîcana Dersimê de pêk anîn. Ev tiştek bi zanebûn e. Di demek mirov pêl bi pêl tên Dersimê vê şewatê derdixin. Armanca wan ew e yên tên mîhrîcanê çavtirsandî bikin. Dixwazin ziyareta gel a li cihên pîroz asteng bikin. Lê li gel viya jî gel dîsa çû serdana cihên pîroz. Armanca mîhrîcanê gihîşt destê xwe.”
‘ŞAREDARÎ TEMAŞEYÎ ŞEWATÊ KIR’
Bîlîr destnîşan kir ku şewata li herêmên qedexekirî bi zanebûn e û got: “Lê gel dîsa destûr neda şewatê. Şaredariyan temaşeyî şewatê kir û helwestek baş nîşan nedan.”