ENQERE - Mahîr Kiliç ê ji bo paşve vegere karê xwe bi Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê re protokol îmzekir, ligel ku 78 roj derbas bûn jî nehildane kar. Kiliç li dijî vê yekê li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Mahîr Kiliç ê ji bo paşve vegere karê xwe bi Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê re protokal îmzekir, li gel ku 78 roja derbas bûn jî hîna nehildane kar. Kiliç li dijî vê yekê li ber Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Mahîr Kiliç ji ber ku doza kadrobûyînê li Şaredariyê Bajarê Mezin a Îzmîrê ya CHP’ê vekir, ji kar hatibû avêtin û ji bo paşve vegere karê xwe dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribû. Kiliç di 13’ê Mijdara 2017’an de dest bi greva birçîbûnê kir û piştî 183 rojan ji bo paşve vegere karê xwe bi Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê re protokol îmze kiribû. Bi ser îmzekirina protokolê re 78 roj derbas bûn, lê rayedarên şeredariyê Kilinç negirtin kar. Kiliç li ser vê yekê li ber avahiya Navenda Giştî ya CHP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
‘SEDEMA PIRSGIRÊKAN CHP YE’
Kiliç diyar kir ku sedema pirsgirêkan Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu ye û got: “Mirovan dixapînin bi hincetên cuda. CHP berpirse. Ji ber ku Serokê Giştî Kemal Kiliçdaroglu ev komkujiya karkeran a Şaredariya Mezin a Îzmîrê qebûl kir. Bi awayekê bê maf em ji kar avêtin.”
‘EZ KARÊ XWE, TAZMÎNETA KIDEM Û IXBARÊ DIXWAZIM’
Kılıç, da zanîn ku heya niha kesek ji Navenda Giştî nehatiye bi wî re hevdîtin nekiriye û wiha bi dawî anî: “Heya min paşve negirin kar ezê dest ji çalakiya xwe bernedim. Ez karê xwe, tazmîneta kidem û îxbarê paşve dixwazim. Ji ber ku mîna şîrê dayika min helale. Dema min çopa Îzmîrê paqij dikir, min ev maf qezenc kir.”