WAN – Rêxistinên civakî yên sivîl ên Wanê ji bo danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê daxuyanî dan û gotin: “Heta hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin û cezayê heq dikin bistînin dê ev doz dewam bike.”
Sibê dê danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Gara Enqereyê li Salona Dadgeha Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. Beriya danişînê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Wanê, Şaxa Genel-Îş’ê ya Wanê, Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê û TMMOB’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Civîn li avahiya KESK’ê pêk hat û berdevkê demê yê KESK’ê Sezer Orenç daxuyanî da. Orenç komkujiyê bi bîr xist û got hêrsa wan mezin û birînên birîndaran hêj nehatine kewandin. Orenç got: “Heta hemû berpirsên komkujiyê bên darizandin û cezayê heq dikin bistînin dê ev doz dewam bike.”
Orenç banga beşdariya dozê li her kesî kir.