IZMÎR - Komek hunermend, bi armanca şermezar kirina îstîsmara zarokan li navçeya Çeşme daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hunermend Hîkmet Durmuş, axivî û got: “Di demên dawî de me ji bo gelek zarokan şîn girê da. Em armanc dikin ku xwedî zarokan derkevin.”
Komek hunermend ên bi pêşengtiya hunermend Hîkmet Durmuş ê bi navê “Mîkrop Hîkmet” derdikeve ser dikê, bi armanca şermezar kirina îstîsmarên li dijî zarokan li navçeya Çeşme ya Îzmîrê daxuyaniya çapemeniyê pêk anîn. Hunermend li ber Lîmana Çeşme kom bûn, pankarta “Ji îstîsmara zarokan re bêjin êdî bese” vekirin û hin welatiyên pêlîstokên zarokan bi xwe re anîbûn, danîn ber pankartê. Li ser navê hunermendan, stranbêj Hikmet Durmuş daxuyanî da.
Durmuş, balkişand ser zêdebûna îstîsmara zarokan û wiha got: “Emê lepikên reş bixin destên xwe û ji îstîsmara zarokan re bêjin êdî bese. Em hedef dikin ku xwedî zarokan derbikevin. Di salên dawî de, me ji bo gelek zarokan şîn girê da. Kêm jî be divê em zarokên xwe biparêzin. Di van rojên dawî de, ji ber îstîsmar û mirinên zarokan dilê me xwîn dibe û dişewite. Bila hîn zêdetir zarokên me nemirin. Gele zaroka we hebûya, hûnê disan bêdeng biman?”
Hunermend û welatîyên pêlîstokên zarokan bixwe re anî bûn, diyar kirin ku dê ji bo zarokan bidin Midûryeta Bajêr a Xizmeta Civakî.