IDLIB - Komên OSO’yên selefî yên dibin kontrola Tirkiyeyê de bi pêşnegtiya El Nusra li Îdlîpê dimînin, li dijî operasyona Îdlipê ya piştî hevdîtina Trump û Putîn hat plankirin, armanc dikin ku dibin navê Ceyş El Fetîh de, dîtbariya radîkalîzmê li ser xwe rakin.
Li gor agahiyan piştî, hevdîtina Pûtîn û Trump ku beşek ji lihevkirina wan li ser Idlibê bû, rejîma Sûriyê biryara operasyona Idlibê da. Ji ber vê yekê Tirkiye metirsiyeke mezin ji bo berjewendiyên xwe yên di Sûriyê de dijî. Hat destnîşankirin ku Tirkiyey hewl dide bi hemû rêbazan vê êrîşê bide sekinandin û di heman demê de dixweze xwe li pêşiya Amêrîka weke ku ew jî dij terorê şer dike, nîşan bide. Erdogan li Îdlibê li dijî OSO'yan bi navê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) yên ku weke dest û lingê Erdogan tên pênasekirin, bi alîkariya Artêşa Sûriya Azad (OSO) wan tasfiye bike.
HTŞ DIBE CEYŞ EL-FETÎH
Hat gotin ku ji ber vê biryara Tirkiyeyê, hemû komên li Îdlibê dê hem navê xwe biguherînin û hem jî dê dibin navekê sîwanekê de kom bibin. Hat îdîakirin ku wê hemû komên li Idlibê ku komên di bin banê Heyat Tahrîr El Şam de hatibûn komkirin, wê ji niha û şûnde di bin nave Ceyiş El Fetîh de bicivin. Hat bibîrxistin ku navê El-Fetîh di sala 2015’an de Partiya Turkmenîstanên Îslamî ya li gundewarên Îdlibê, Latiqiyê û Hema de tevdigerin, weke yêdek hatibû avakirin. Ceyiş El Fetîh; Cebhet Tehrîr Sûriye ya ku komên Tevgera Nureddîn Zenkî û Ehrar El Şam di nava xwe de digirin, Heyat Tahrîr El-Şam ku Cebhet El Nusra û hemû komên di Îdlibê de di nava xwe de dihewand jî dê dibin navê sîwana bê avakirin de cih bigirin.
Hat ragihandin ku piştî biryara Rûsya û rejîma Sûriyê ya operasyona ser Îdlibê hat dayîn, dewleta tirk ji bo parastina van komên ku rasterast bi MÎT’ê ve girêdayîne serî li riyekê wiha dide.