ŞIRNEX – Li Balverana Bajaroka Şirnexê yek jê 3 salî 2 zarok ji aliyê xizmên xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatin. Yek ji kesên îstîsmarkar piştî mehek di girtîgehê de tê girtin, dûre serbest tê berdan.
Piştî li Bajaroka Uzundere ya Navçeya Qilebana Şirnexê derket holê ku H.Y û E.Y’ê ji cerdevaniyê derbasî çawîşê pispor bûne û ajokarê dolmîşê A.Y. îstîsmara zarok keça 14 salî kirine; hat hînbûn ku li Bajaroka Balvêrena Şirnexê jî 2 zarokên keç ji aliyê xizmên xwe ve rastê îstîsmara zayendî tên.
KESÊ ÎSTÎSMARA XUŞKA XWE KIR HAT BERDAN
Yek ji zaroka rastê îstîsmarê tê keça bi navê Z.B ya xwendekara dibistana amedekariyê (lîse) ye. Z.B ji aliyê birê xwe yê mezin yê bi navê C.B ve 3 meh berê tê îstîsmarkirin. Z.B ji ber îstîsmarê nerhet dibe û wê radikin nexweşxaneyê. Îstîsmara zayendî li nexweşxaneyê dertê holê. Hin welatiyê ji gund bûyerê erêkirin diyar kirin ku piştî îstîsmar derket holê C.B derdora mehek di girtîgehê de ma û serbest hat berdan.
ZAROKÊ 3-4 SALÎ ÎSTÎSMAR KIR
Zaroka din ya hat îstîsmarkirin 3-4 saliye. H.Ç 20 roj berê zaroka ku xizmê wî ye îstîsmar dike. Zarok ji ber îstîsmara zayendî nerhet dibe û radikin nexweşxaneyê. Piştî lênêrîna bijîjkan dertê ku zarok rastê îstîsmê hatiye. H.Ç’yê ku îstîsmar kir tê girtin û dikin girtîgehê.
Li gor gote-gotan gundî dixwazin ku C.B’yê ku îstîsmara zayendî pêk aniye û ji girtîgehê jî serbest hatiye berden ji gund bê derxistin.