DÊRSIM – Welatiyên li Dêrsimê sewalgeriyê dikin, bi germbûna hewayê re dest bi qusandina bizin û mihan kirin.
Welatiyên li Dêrsimê sewalkariyê dikin li ser germbûna hewayê dest bi qusandina mih û bizinan kirin. Sewalger debara xwe bi xwedîkirina sewala dikin. Dema dinya germ dibe xwediyê sewalan ji bo ku bizin û mih hêsantir karibin bigerin, biçêrin û nexweş nekevin wan diqsînin. Ji bizin û mihan mu û hiriya tên qusandin hinek jê ji bo pêwîstiyên malê tên cihêkirin û ên zêde ji bo debara malê tên firotin.
Melek Aytekîn (55) li gundê Kocatepe ya Navçeya Pulura Dêrsimê bi sewalgeriyê debara xwe dike. Derdora 100 bizin û mihê xwe hene. Aytekîna jiyana xwe li gund derbas dike û debara xwe bi sewalgeriyê dike jî dest bi qusandina bizin û mihên xwe kir. Aytekîn wiha got: “Bi salan ez bi destê xwe bizin û mihên xwe diqsînim. Qusandin zor e. Piştî hat qusandin tên şuştin û hin ji bo pêwîstiya malê tên hildan û yên zêde jî tên firotin.”