STENBOL - Parêzerê OHP’ê Firat Epozdemîr, pêşnûmeya qanûnî ya piştî OHAL’ê di Meclîsê de hat qebûlkirin nirxand û wiha got: “Ev pêşnûme ne li gorî rihê tu pergaliye. Em ê bi demê re rastî dozên DMME ku Tirkiyeyê mehkûm bi re rû bi rû bimîn in.”
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Firat Epozdemîr, pêşnûmeya qanûna “Daîmî kirina OHAL’ê” ya piştî OHAL’ê di Meclîsê de hat qebûlkirin, nirxand. Epozdemîr, diyar kir ku bi vê qanûnê re OHAL daîmî kirin û wiha axivî: “Ev nêrîn di tevahiya raya giştî de hatiye avakkirin. Hemû biryarên ji aliyê Desteya Wezaretê ve hatin dayîn, di OHAL’ê pêk anîn û 3 mehan careke ji bo bê dirêj kirin nîqaş û nirxandin dihat kirin. Mixabin pêvajoya 3 mehan, derxistin 3 salan. Ligel vê yekê erkên Desteya Wezaretê hemû dewrê walîtiyan hatin kirin. Li gorî vê yekê dê maf û azediyên herî bingehîn sînordar bikin.”
'EM JI PÊKANÎNÊN SALÊN 90’Î DIZANIN’
Epozdemîr, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ev pêşnûmeyên maf û azadiyan sînordar dikin, em ji pêknaînên salên 90’î dizanin. Pêkanînên salên 90’î yên hatin jiyîn, di lêpirsîn û dosyeyên dozên dawî de bi awayekê pir zelal derketin holê. Em vana baş dizanin. Li vê derê derkeftên îşkence kirinê û muameleya xerat kirin ji bo hêzên leşkerî û polîsan tên dayîn. Divê ev neyê qebûl kirin. Ew hêzên îşkencekar jî dê tu carî neyên darizandin. Ev pêşnûme xeteriyek wiha mezin bi xwe re tîne.”
‘NE LI GORÎ RIHÊ TU PERGALIYE’
Epozdemîr, da zanîn ku gelek pêşnûmeyên rê li ber pêkanînên keyfî vekin hene û wiha bilêv kir: “Pêşnûmeya qanûnê ne li gorî rihê tu pergaliye. Tu pergal nikare mafên bingehîn û azadiyan bi erka xwe re sînordar bike. Mîna parêzeran, emê di hemû dozên xwe de îdîa bikin ku ev pêşnûme ne li gorî Qanûna Bingehîne. Lê em hêvî dikin ku, partiyên din van pêşnûmeyan bişînin Dadgehên Qanûna Bingehîn. Gêguman ger ji Dadgeha Qanûna Bingehîn encamek erênî neyê girtin û hemû dozên derbarê van mijaran de bên berdest me, em ê ji DMME re bişînin û îdîya dijber rave bikin.”
'DMME DÊ GELEK CARAN TIRKIYEYÊ MEHKÛM BIKE’
Epozdemîr, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Çawan ku ev pêşnûme bê qebûl kirin, teqez, DMME ji ber dozên heyî dê Tirkiyeyê mehkûm gelek caran mehkûm bike. DMME di vê mijarê de, dê biyar dijber derbarê Tirkiyeyê bide.”
MA / Bîlal Seçkîn