AMED - Jinan bertek nîşanî şewatên daristanan ên di encama operayonên leşkerî yên herêmê destpê kirin de, derket holê, dan û gotin: “Qetilkirina xwezayê qetilkirina jinê ye. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin ku xwedî xwezaya xwe derbikevin.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinên Dîcle Amed, bi armanca bertek nîşanî şewatên daristnan ên di encamên operayonên leşkerî yên herêmê destpêkirin de derket holê, li ber Plaza AZC a semta Ofîsê ya navçeya Yenîşerhîr a Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Salîha Aydenîz, Semra Guzel û Remziye Tosun, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP’ê ya Amedê Naşîde Toprak û gelek aktîvîstên TJA beşdarî daxuyaniyê bûn. Polîsan qada daxuyaniyê lê hat dayîn, kirin ablukê û xwestin daxuyaniya çapemeniyê asteng bikin. Ligel astengî û gefên polîsan jî jinan daxuyanî dan û bertekên xwe nîşan dan.
‘XWEZA TÊ QETILKIRIN Û WÊRANKIRIN’
Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn dest pê kê axivî û wiha got: “Li herêmê di encama operasyonên leşkerî yên çend mehên dawî de, gelek daristan hatin şewitandin. Duh li gundên çoltera navçeyên Lîcê û Pasûrê, di encama operasyonan de qadên daristanan bûn xwelî. Li rojavayê Tirkiyeyê, bi armanca rantê xweza tê wêrankirin, li bajarên herêma me jî xweza tê qetilkirin.”
‘MEHÛ DAR MAFÊ JIYANÊ HEQ DIKIN’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel li ser navê TJA û Platforma Jinan a Dîcle Amed daxuyanî da. Guzel, diyar kir ku dinava hefteyekê de, li navçeya Pêrtag a Dersimê, li taxên çolterên navçeyên Lîcê û Pasûr ên Amedê û herêma Omeryan a Mêrdînê şewatên ji ber operasyonên leşkerî rû dan, raya giştî dixe nava fikaran. Gezel, anî ziman ku xwezaya gundî mîna zarokên xwe nirxê didinê tên şewitandin û wiha got: “Hişmendiya ziman û çanda gelê Kurd qebûl nake, tehemûlê darên erdnigariya wê jî nake. OHAL’a hinceta hemû êrîş û tundiyane, di fermiyetê de hat kirin, lê qanûnên 3 salan OHAL’ê daîmî bike derxistin holê. Ji niha de bi awayekê neyînê ev li ser daristanên me jî bandor dike. Hemû dar mafê jiyanê heq dikin. Em bang li hikûmetê dikin ku dawî li van êrîşên li ser xwezayê bîne.”
‘KOMKUJIYA XWEZAYÊ KOMKUJIYA JINÊ YE’
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî, diyar kir ku dibin navê operasyonên leşkerî de xwezayê talan dikin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin gundên me vale bikin û armanc dikin ku Kurdistanê tim bi koçberiyê re rû bi rû bihêlin. Em baş dizanin ku komkujiya xwezayê komkujiya jinê ye. Di serî jin, em bang li hemû raya giştî dikin ku li hemberî polîtîkayên wiha bi hestiyar tevbigerin.”
Piştî axaftinan daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.