STENBOL - Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Sariyera Stenbolê û Malacemê ya Armûtlû ji bo girtina seroka Malacemê ya Armûtlû Zeynep Yildirim şermezar bikin, li ber mala cemê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Şaxa Komeleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Sariyera Stenbolê û Malacemê ya Armûtlû, ji bo girtina Seroka Malacamê ya Armûtlû Zeynep Yildirim şermezar bikin, li Melacemê ya Armûtlû ya Biçûk civîna çapemeniyê lidarxistin. Di civînê de pankarta “Malêncemê cihên peresgehên mene. Bila seroka me Zeynep Yildirim bê berdan” hat vekirin û gelek kes beşdarî civînê bûn.
'HEWL DIDIN ME TÊK BIBIN’
Endamê Malacemê ya Armûtlû ya Biçûk Alî Bîrer, daxuyanî da û wiha got: “Yildirim mirovek kedkare û ji bo înşaeta malacemê bi dawî bibe gelek xebitî. Bi êrîşan hewl didin me têk bibin. Em bawer nakin ku tu sûcê Zeynep hebe. Ji ber ku Zeynep tenê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bû hat girtin. Hewl didin me têk bibin, lê emê tû carî têk neçin. Em ê înşaeta malacemê ya vê derê bi dawî bikin û ji îbadeta gelek re vekin.”
DAYIKA YILDIRIM: MA ELEWÎTÎ SÛÇE?
Dayika Yildirim Kezban Bektaş jî, axivî û wiha got: “Ji ber ku ez keça xwe diparêzin wê demê ez jî sûcdarim. Ger ev sûcbe vaye ez li virim. Tu sûcê keça min tuneye û bila bê berdan. Keça min Elewîbû û vaye ez jî Elewîme. Ma Elewîtî sûçe? Ji bo keça xwe ezê her roj li vê derê çalakiya rûniştinê pêk bînim. Heya keça min bê berdan, ezê dest ji têkoşîna xwe bernedim. Ez dixwazim keça min demildest bê berdan.”
Piştî axaftina dayika Yildirim dirûşmên “Bila Zeynep Yildirim bê berdan” û “Em gelê Elewîne, emê qezenc bikin” hatin berzkirin. Piştî daxuyaniyê Komeleyê li ber malacemê dest bi çalakiya rûniştinê kir û çalakiya rûniştinê dê her roj saet 13.00’an de destpê bike.