STENBOL – Rojnameger Mehmet Guleş û Îdrîs Yilmaz ku li Girtîgeha Elezîzê girtîne ragihandin ku rastî tacîza derûnî hatine û daxwaza wan a pîrtûkên kurdî bi bedela wergerê hatiye astengkirin.
Rojnameger Mehmet Guleş û Îdrîs Yilmaz ku li Girtîgeha Elezîzê girtîne bi rêya Endama Beşa Huqûqê ya Komeleya Xebatên Huqûqî û Medyayê (MLSA) Zelal Pelîn Dogan ragihandin ku rastî tacîza derûnî hatine û nameyên wan û daxwaza wan a pîrtûkên kurdî bi bedela wergerê hatine astengkirin. Endama MLSA’yê Dogan ku di 25’ê tîrmehê de bi Guleş û Yilmaz hevdîtin pêk anî diyar kir ku mafê Guleş û Yilmaz ên lênihêrîna takekesî û amûrên kirtasiyê jî tê astengkirin.
FAKS Û NAMEYAN NADIN GIRTIYAN
Rojnameger Yilmaz da zanîn ku nameyên beriya demekê ji rojnameyên Cûmhûriyet û Evrenselê re şandiye negihiştine her du rojnameyan û her wiha name û faksên ku ji aliye hevalên wî û MLSA’yê ve jê re tên şandin jî negirtiye. Yilmaz ragihand ku bi şev gardiyan bi ser kogûşê wan de digirin û bi dengekî bilind girtiyan şiyar dikin û bi sîrûdên nîjadperest girtiyan bi awayekî derûnî tacîz dikin. Yilmaz diyar ku di bin tecrîdeke giran de ne bi tu awayî destûr nayê dayîn ku girtî sohbet bikin û bi hev re hevdîtin pêk bînin.
PIRTÛKÊN KURDÎ ASTENG DIKIN
Yilmaz daxuyand ku ji bo pirtûkeke kurdî bi hinceta bedela wergerê 1000 TL pere ji wan tê xwestin û ji bo kirina qalibek sabûn jî neçar dimînin ku daxwazname bidin rêveberiya girtîgehê. Yilmaz herî dawî ragihand ku sol û bincilên ku ji aliye malbata wî ve jê re hatine şandin rêveberiya girtîgehê nedayê û amûrên kirtasiyê yên ku dixwaze hatine astengkirin.
‘TACÎZA DERÛNÎ PÊK TÎNIN’
Rojnameger Guleş jî wekî rojnameger Yilmaz diyar kir ku rastî îşkenceya derûnî tên ev agahî ragihandin: “Ji nişkeve bi ser kogûşan de digirin û paraznameyên ku girtî ji bo dadgehê amade dikin jî desteser dikin. Ji aliye rêveberiya girtîgehê ve daxwazên me yên ji bo amûrên kirtasiyê û lênihêrina takekesî bi awayekî keyfî tên astengkirin. Kincên ku malbata min ji min re dişine desteser dikin û nadin min.”
Guleş qala astengiyên li ser nîvîs û xwendinê jî kir û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Pirî caran nameyan naşînin û nameyên ku tên jî nadin me. Min taybetî pirtûkeke kurdî xwestiye û rêveberiya girtîgehê destûr nedaye hatine vê pirtûkê. Heta niha tenê destûr dane 2 pirtûkên kurdî yên gramerê.” Her wiha ji aliyê NLSA’yê ve hat ragihandin ku dê ji bo rojnameger Yilmaz serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bê dayîn.