AMED - Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn, diyar kir ku bûyerên revandina welatiyên sivîl ên demên dawî dişibin ên salên 90’î û got: “Sedama vê yekê nebûna ewlekariya hiqûqiye. Di rewşên wiha de welatî dikarin ser li komeleya me bidin û ev ji bo me girînge.”
Li Amedê, di demên dawî de, kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ên bi çekên lûle direj, welatiyên sivîl direvînin, dibin çavan de digirin, îşkencê li wan dikin û gefan li wan dixwin. Di 18’ê Tîrmehê de li nêzî qereqola Pîrînçlîkê ya di navbera navçeya Siwêreg a Rihayê û Amedê de karsazê bi navê Kamîl Açar ji aliyê kesên rûpoş û bi çek ve hatibû revandin. Li gel ku bi ser bûyerê re hefteyek derbas nebû, vê carê li heman cihê revandinek din pêk hat. Welatiyê bi navê Ç.M. roja 19’ê Tîrmehê li semta 500 Evler a girêdayî navçeya Peyasê ya Amedê ji aliyê 3 wesayîtên sivîl ve pêşiya wî hat birîn û revandin. Kesên Ç.M. revandin îşkence lê kiribûn, gefa kuştinê lê xweribûn û dûre li derdora Qereqola Cendirmeyan a Pîrînçlîkê mîna Kamil Açar serbest berdabûn.
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Prz. Abdullah Zeytûn, têkildarî revandinên welatiyên sivîl ên li dû hev axivî û nirxandin kir.
‘AWAYÊ REVANDINAN, DIŞIBE YÊN SALÊN 90’Î’
Zeytûn, diyar kir ku awayên revandinên bûyerên hatin jiyîn dişibin ên salî 90’î û wiha axivî: “Li gorî agahiyê me di encama serlêdanan de bi dest xistin, ev bûyer dişibin çalakiyên hêzên paramîlîter ên salên 90’î. Ev hêz, niha di kîjan astî de aktîfin em nizanan. Têkildarî van bûyeran berê jî gelek kesan serî li komeleya me dan. Li ser erdnigariya Kurdistanê, di paşerojê de jî, em bûn şahibên bûyerên wiha. Ji ber ewlekariya hiqûqî tuneye bûyerên wiha tên jiyîn.”
‘TENÊ NAV HATIYE GUHERTIN’
Zeytûn, da zanîn OHAL daîmî kirin û wiha got: “Bi daîmî kirina OHAL’ê re erkên nû dan walîtiyan û ev yek di Meclîsê de hat qebûlkirin. Tişta hat kirin, tenê guhertina nav bû. Bi guhertina nav re tiştek nayê guhertin. Bi sererastkirina qanûna nû re li şûna ewlekariya welatiyan biparêzin, ewlekariya dewletê kirin bin parastinê. biparin. Welatî di qanûnek wiha de ne mimkûnê xwe bi ewle û rehet hîs bike.”
‘EM AMADENE PIŞTGIRIYA HIQÛQÎ BIDIN’
Zeytûn, bang li welatiyan kir ku di rewşên revandinê yên wiha de serî li wan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Welatiyên me yên rastî rewşên wiha bên, bila xwe bêewlehî hîs nekin. Em amadene piştgiriya hiqûqî bidin welatiyên xwe yên rastî bûyerên wiha tên. Dibin kîjan şert û mercan de, dibe bila bibe, em dixwazin welatî bên serî li komeleya me bidin. Di vê mijarê de em her tim amadene xizmetê bikin.”