MÊRDÎN – Şewata ku li herêma Omeryan a Nisêbînê ji aliyê leşkeran ve hat derxistin, xesareke mezin li daristanên herêmê kir. Lê gel vê yekê jî agirkujên ku çûn gundên herêmê şewata li daristanan venemirandin. Li ser bertekên welatiyan ajokarên agirkujan diyar kirin ku nikarin agirên bejahiyê vemirînin.
Li herêma Omeryan a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 25’ê tîrmehê de qedexeya derketina derve hat ragihandin û piştî vê yekê operasyona leşkerî li herêmê hat destpêkirin. Di van operasyonên leşkerî de leşkeran agir berî daristanên herêmê dabûn. Şewata ku ji aliyê leşkeran ve hat derxistin rojek piştî bidawîbûna operasyonê, ji aliyê gundiyan ve hat vemirand. Her wiha gundiyên li herêmê ragihandin ku li gel ku agirkuj hatine gundan jî agirên li daristanan venemirandine.
REZAN XESARAK MEZÎN DÎT
Şnadiyek ku ji endamên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Platforma Ked û Demokrasiyê û Platforma Ekolojiyê ya Mezopotamyayê pêk dihat, duh çûn herêmê û di cih de lêkolînan kirin. Şandeyê diyar kir ku ji ber şewatê bi hezaran dar şewitîne û xesareke mezin gihîştiye rez û zeviyên herêmê.
ME ÇEND KESAN AGIR VEMIRAND
Xesara herî zêde gihîşt rez û zeviyên mezraya Serêkaniyê ya gundê Çalê. Gundiya bi navê Leyla Yildirim diyar kir ku bi xortuma agir vemirandine û wiha got. “Roja ku operasyonê dan destpêkirin şewat derket û ji ber bayê di demeke kurt de agir hat gihîşt ber malên me. Me çend kesan agir vemirand û nehîşt bigihîje malên me.”
‘HER SAL DARISTANAN DIŞEWITÎNIN’
Yildirim da zanîn ku ji ber şewatê gelek tirsiyan e û ev tişt anîn ziman: “Zevî û darên me yên gûzan piranî şewitîn. Ji ber dûmanê mirovên kal nexweş ketin û sewal eziyeteke mezin dîtin. Bi armanca ku xesarên mezin pêk neyên me hemû şartêlên xwe yên ceyranê danîn. Bi vê yekê me nehişt agir bighîje nav malê me. Her sal daristanan dişewitînin û em bi vê rewşê re rû bi rû dimînin.”
‘GOTIN EM NIKARIN BEJAHIYÊ VEMIRINÎN’
Yildirim destnîşan kir ku ji ber şewatê li gelek cihan geriyane û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dema şewatê agirkuj hatin gund û bêyî ku agir vemirînin derbasî cihekî din bûn. Dema me ji wan pirsî û got ku hûn çîma agir venamirînin ji me re gotin ku ew tenê agirê nav malan vedimirînin û nikarin agirên bejahî vemirînin.”