AMED – Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê bêyî ku teşhîsa li ser nexweşiya gurçikên Sîsê Bîngola 76 salî deyne, rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da. Prz. Gulşen Ozbek diyar kir ku rapor ne li gorî etîka tipê û pîvanên zanyariyêne."
Sîsê Bîngola 76 salî li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê dimîne. Her diçe rewşa tenduristiyê xiratir dibe. Girêdayê pîrîtiyê û şertên girtîgehê nexweşiya dil, reşik, mesane, tansiyona bilind, şekir û gurçikan her diçe giran dibe. Pr. Ozbek serlêdan kir ku ji ber pîrbûn û van nexweşiyan înfaza cezayê li Bîngolê hatiye birîn bê rawestandin û bê berdan. Serlêdan hat redkirin. Nexweşxaneya Dewletê ya Muşê ji bo Bîngolê rapora ‘di girtîgehê de nikare tenê jiyana xwe bidomîne’ da. Desteya Tipa Edlî bi dengê piraniyê rapora ‘Bîngol kare di girtîgehê de bi serê xwe bijî’ da. Bîngola prsgirêkê wê yên tenduristiyê her diçe giran dibe serî li Wezareta Dadê da ku ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê cezayê lê birîne bê taloqkirin û serbest bê berdan.
NEXWEŞE LÊ BILA DI GIRTÎGEHÊ DE BE
Li ser daxwaza Bîngolê wê şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê. Desteya Tenduristiya Nexwexaneyê di muayenê de tespît dikin ku Bîngol nexweşê gurçik, şekir û tansiyonêye. Lê li ger testpîta nexweşiyê jî rapora ‘kare di girtîgehê de bimîne’ dan.
NAV LI TEŞHÎSÊ NEKIRIN Û BIRYAr DAN!
Di rapora Bîngolê de ev tespît hene: “Di muayeneya ku heyeta me kir de hat dîtin ku nexweşiya diyabetes mellitus+ tansiyonahîper+ grade 1-2 renal parankimal? Hene, nerhetiya wê di dereceya nexweşiyê de ye. Ne hewceye ceza bê taloq kirin. Kare di girtîgehê de bimîne.” Desteya Tenduristiyê nabêje nexweşiya Bîngolê ji ber çiye û raporê dide.
‘RAPOR NE LI GOR ETÎKA TIPÊ YE’
Parêzera Bîngolê Gulşen Ozbek diyar kir ku ligel rêzek nexweşiyê Bîngola 76 salî ku ji ber pîrî û şertên girtîgehê her diçe nexweşiyên xwe giran dibe dayîna rapora kare di girtîgehê de bimîne ne li gor nirxên etîk yê Tipê û ne li gor pîvanên zanyariye. Ev nakokî di naveroka tespîtên li ser nexweşiyan de jî dixuye. Em dê îtirazê vê bikin.
4 SAL Û 2 MEH CEZA LI BÎNGOLÊ BIRÎNE
Sîsê Bîngol 6’ê Nîsana 2016’an de li Gundê Badana Navçeya Gimgima Muşê hat binçavkirin û hat girtin. 3 meh girtî ma. Ji ber xetereya tenduristiyê hat berdan. Dadgehê li ser biryara xwe ya Bîngolê bi zanebin û bi xwestin alîkarî daye rêxistinê 4 sal û 2 meh ceza lê birî. Piştî dosya hat erêgirin Bîngolê girtin û birin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê. Ji wê jî sewqê Girtîgeha Tîpa T ya Tarsusê kirin.
(dte/avt