RIHA - Peywirdarên kampên penaberên Sûriyeyê diyar kirin ku li kampan penaber mîna karkerên kedê yê erzan, bikaranîna weke amûrên zayendî û li ser navê entegrasyonê pişaftin û tirkkirin bi hemû leza xwe didome. Serokê Komîsyona Penaberan ê Baroya Rihayê Prz. Alî Fuat Bucak mijar nirxand û balkişand ser getobûnê (taxe peravê bajêr a bê ser û ber).
Ji ber şerê li Sûriyeyê yê di 15’ê Adara 2011’an dest pêkir bi milyonan mirov koçî Tirkiyeyê kirin. Ev penaber ji mafê perwered û tenduristiyê bê par tên hiştin,lê di înşeat, tekstîl, vegera paşve û çandiniyê de wek karkerên keda erzan tên şixulandin.
SITENBOL Û RUHA DI REZA YEKÊ DE NE
Li gor daneyê Midûryeta Giştî ya Penaberan a Wezareta Karên Hundir bi giştî 3 milyon 570 hezar 352 penaber li Tirkiyê dijîn. Ji vana Milyonek 935 hezar 499 kes zilam û milyonek 634 hezar 853 kes jî jin in. Bajarê herî zêde penaberên ji Sûriyeyê lê dijîn Stenbole. Di rêzê de li Stenbolê 563 heraz û 15 kes, Rûha 474 her û 77 kes, Hatay 443 hezar û 871 kes, Dîlok 385 hezar û 541 kes, Edene 209 hezar û 855 kes, Mêrsîn 208 hezar û 687 kes, Bursa 149 hezar û 394 kes, Îzmîr 137 hezar 612 kes, Kilîs 131 hezar 261 kes û Konya 104 hezar 431 kes lê dijîn.
DI KAMPAN DE TENÊ 300 HEZAR PENABER DIJIN
Di despêkê de li Ruha, Dîlok, Hatay, Mêrdîn, Semsur, Mereş û Edeneyê ji bo penaberan kamp hat lêkirin û niha 300 hezar kes di wan kampan de dijîn. Ên din li gund û kolanên bajarande têkoşîna jiyanê didin. Li Îzmîr, Mersîn, Sitenbol, Mugla û Antalyayê bo ku biçin Ewropayê bi hezaran penaber di destê bazirganên mirovan de qal û mecala giyan dikşînin.
JI KAMPAN DIREVIN
Tê gotin ku penaberên di kampên Ruha, Hatay, Dîlok û Kilîsê yê AFAD’ê de ne li zeviyên nêzî kampan di berdêleke kêm de tên şixulandin. Rêveberên kampê penaberan wek navkîna zayendî bikar tînin û dewlet jî wek mirovên pişaftî yên wek xwe biafirîne nêzî penaberan dibe. Rêvebereke kampê ku nexwest navê wî bê aşkerakirin da zanîn ku di demên dawî de li kampê bûyerên şidetê jî zêde bûne. Taybet jî şîdeta li dij zarokan tê veşartin. Li dijî jinan sucên zayendê bêtir bûye.
‘ZAROK BÊ BERDÊL TÊN XEBITANDIN’
Peywirdar destnîşan dike ku penaber ji bo debara xwe bikin li zeviyên nêzê kampê pirtir jin û zarok 12 seet bi heqdesta 35- 40 TL dixebitin. Pirtirê zarokan qe heqdest nadin wan.
DÎROKA TIRKIYÊ HÊNÊ PENABERAN DIKIN
Peywirdar destnîşan dike ku di kampan de hînkirin girîng e. Lê li ser navê hînkirinê pişaftin pêk tê. Di perwerdeyê de zimanê tirkî bikar tê û dîroka Tirkiyê hînê penaberan dikin. Pirtirê penaberan naxwazin bên van dibistanan. Ji bo jiyana rojane qasê ku pêwîst dike ji xwe Tirkî hênê dibin.
‘DIBIN GETOL’
Serokê Mafê Komîsyona Penaberan ya Baroya Rûhayê Pr. Alî Fuat Bucak bersiv da pirsên me yên li ser Îdiayên di kampan de tê jiyîn û wiha pêde çû: “Polîtîkayên li ser penaberan ne rast in. Polîtîka Tirkiyê ya koçberan berya ku koç pêk bê tinebûn. Heke li Tirkiyê sayesteke entegrasyonê ya rast pêk neyê dê kampê penaberan bibin getoyên peravê bajaran. Ev jî hê karesateke mezintir dê bixwere bîne.” Pr. Bucak diyar kir ku jiyan penaberan serobin bû û wiha gotinên xwe temam kir: “Bi milyonan penaberên hatin Tirkiye neçarin ku ji bo xwe derfetên jiyaneke nû ava bikin. Dema jiyan tê avakirin bi wê ra hin kêşeyên din dertên holê. Di serî de pirsgirêka çandî ye. Tirkiye ji derve re girtiye. Ji nijkave ewqa penaber ne pêkane karibe bihewîne. Dema evane bi hev re bên nirxandin dê bê tîtin ku di nava herka demê de dê di navbera polîtîka Tirkiyê û daxwazên penaberan de pêkane ku şerên xidar rû bidin. Lê divê dewlet bi polîtîkayên rast ji nihave çareseriyan biafirîne.”
MA / Erdogan Alayumat