RIHA - Osman Şenyaşar ku beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê kekê wî û 2 zarokên xwe ji aliyê xizmin parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, cara duyemîn ji aliyê xizmên Yildiz ve gefa kuştinê lê hat xwarin.
Osman Şenyaşar ku beriya hilbijartinên 24 Hezîranê di 14 hezîranê de kekê wî Esat Şenyaşar û biraziyên wî Celal û Adil Şenyaşar li navçeya Pirsûs a Rihayê, ji aliyê xizmin parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, ji aliyê xizmên Yildiz ve careke din gefa kuştinê lê hat xwarin.
Şenyaşar beriya niha di ser medya civakî de ji aliyê Faîk Yildiz ve gefa kuştinê lê hatibû xwarin û ji ber vê yekê serî li Serdozgerê Komarê yê Rihayê dabû û Yildiz gilî kiribû. Vê carê dîsa di ser medyaya civakî de ji heman malbatê ji aliyê Suleyman Yildiz ve gefa kuştinê lê Şenyaşar hat xwarin. Şenyaşar di 25’ê tîrmehê de careke din serî li Serdozgerê Komarê yê Rihayê da û Yildiz gilî kir.
PEYAMA GEFXWARINÊ BI DOZGER RE PARVE KIR
Şenyaşar dema gilîkirinê peyama gefxwarinê ya “Ûlan p. Tu rêxistinê PKK’ê bi ser me de dişînî. Heke tu zilam bî, tu bixwe were, hê neqediya ye.hee tu zilam bî ez li sûkê me, sibê ez ê li benda te bim. Heke tu zilam bî tû yê bêyî. Tu bi kî ewle dibî wî jî bîne û were. Em li qadê ne ya tu.” ku ji aliyê Suleyman Yildiz ve jê re hatibû şandin, bi dozger re parve kir.
Polîsan di 21’ê tîrmehê de bi ser mala Şenyaşar de girtibû û ji ber ku ne li mal bû nehatibû, binçavkirin. Polîsan di serdegirtinê de ji malbata Şenyaşar re ragihandibû ku îfadeyên Şenyaşar hene û heke neyê îfadeyê xwe nede dê derbarê wî de biryara lêgerîn bê destpêkirin.