AMED – Malbata ji gundê Zîlanê ya Hezo çûn gundê Bêzwanê yê girêdayî Farqînê seyranê. Dayik, zarok û xaltî ji bo feraqê xwe bişon çûn qeraxê Bendava Malabadê û di avê de xeniqîn. Dayik Hediye Karabulut û xweşka xwe Hava Kaya jî ji bo zarokan rizgar bikin ketin avê û her du xwişk jî xeniqîn.
Ferdên malbata Karabulut û Kaya ji gundê Zîlanê ya girêdayî navçeya Hezo ya Êlihê çûn gundê Bêzwanê ya girêdayî Farqîna Amedê. Hediye Karabulut (40), xwişka xwe û keçên Hediyeyê Ayşenur û Nîsanur Karabulut ji bo li qeraxê Bendava Malabadê feraqên xwe bişon, çûn qeraxê avê. Ayşenur û Nîsanur demek şûn ve ketin avê noqî binê avê bûn. Dayik Hediye Karabulut û xwişka wê Hava Karabulut li xwestin zarokan rizgar bikin û ew jî noqî binê avê bûn. Her çar di avê de xeniqîn.
Xizmên wan û welatiyên li derdorê ji bo her çaran rizgar bikin ketin nava hewldanan, lê li gel hemû hewldanên welatiyan jî cenazeyê wan ji avê derxistin. Li ser banga welatiyan ambulans hat cihê bûyerê û cenazeyan ji bo otospiyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Yusuf Azîzoglu ya Farqînê.
Piştî cenaze rakirin morgê malbat û xizmên wan herikîn ber nexweşxaneyê û feryad kirin û lorandin. Piştî lêpirsîna li Farqînê ji bo otopsiyê cenazeyan rakirin Amedê.
Hat zanîn ku piştî otopsiyê dê cenazeyê her çaran li gundê Zîlanê ya girêdayî Hezo bên definkirin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye; kurapê Hediye û Hava, Ahmet Sayar ê keyayê gundê Zîlanê di 3’ê tîrmehê de di qenala avdaniyê ya ji bendava Malabadê diherike û diçe aliyê Êlihê de xeniqîbû.