NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Bexdaya Iraqê û bajarên mezin ên başûrê welat, duh ji bo şermezar kirina rêveberî û nelirêtiyên Iraqê carek din çalakî lidarxistin û daketin qadan
Nêzî sê hefteyane xwepêşandanên şermezarkirinê yên li Iraqê berdewam dikin. Welatî ji ber polîtîkayên aborî, bêkarî, xizanî û pirsgirêkên av û ceyranê yên li Iraqê tên jiyîn, bê navber çalakiyên şermezarkirinê li dardixin. Di xwepêşandanan de mudaxeleya hêzên biyanî û siyasetmedar jî hene.
Di çalakiyên şermezarkirinê yên heya roja îro de, 14 kesan jiyan xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Duh li bajarê Bexda û gelek bajarên başûrê Iraqê gelek daketin kolan û li Bexdayê bi hezaran kesan dirûşmeyên ‘Ji nelirêtiyê re na’ , ‘Îran bicehime’ , ‘Rêveberên diz û hejar’ berz kirn. qêriyan.
Di heman demê de li Basrayê jî bi hezaran kes li pêşiya walîtiyê kom bûn û çalakî pêk anîn. Li bajarê Nasiriye yê dikeve başûrê welat jî gel pankarta ‘Ji nelirêtiyê re na, ji guhertinê re erê’ vekirin û çalakî li dar xistin. Li aliyê din xwepêşandan li Necef û Mîsan jî çalakî li dar xistin.
Berdevkê Ayettûllah Alî Sîstanî, têkildarî çalakiyan dinava rojê de daxuyanike da û bang li hikûmetê kir ku daxwazên çalakgeran bi cih bîne.
Li aliyê din, li Iraqê piştî hilbijartina 12’ê Gulanê hejmartina dengan ji nû ve dest pê kiribû û hê jî didome.