ENQERE - AKP’ê, derbarê axaftina Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik a di Desteya Giştî kir de, bi hinceta “Heqaret” û “Îftîrayê” doza tazmînatê vekir.
AKP’ê têkidarî axaftina Parlamenterê partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ahmet Şik a di Destya Giştî kir de, bi hinceta “Heqaret” û “Îftîrayê” doza 100 hezar TL vekir. Gava Şik di Desteya Giştî de diaxivî, AKP’î heya kursiyê axaftinê meşiyan û axaftina Şik qût kiribûn. Dûre bi dengdanên AKP’iyan, ji bo Şik du cezayên pevcivan hatibûn dayîn.