AMED – Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen xwest rayedar kujerên Tahîr Elçî bibînin û ew ê qet destûrê nedin ku dosyeya Elçî tev li karwanê dosyeyên kiryar ne diyar bibe.
Baroya Amedê bi boneya daxwaza edaletê ya ji bo Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî yê li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin di hefteya 135’emîn de li ber Edliyeya Amedê çalakî li dar xist. Parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn û pankarta “Em ê te ji bîr nekin” hildan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û bi bîr xist ku di ser cînayetê de 3 sal derbas bû lê hêj di dosyeya lêpirsînê de pêşketinek ji raya giştî re bê parvekirin nîne.
‘KUJERAN BIBÎNIN’
Ozmen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê daxwaza her welatiyek ew e edaleta pergalek civakî ye û got: “Ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin, wek serê derziyê tiştek nehatiye kirin. Em wek Baroya Amedê li vir bang li rayedaran dikin. Ji salekê zêdetir e meqamên rayedar, rayedarên hikumetê, Wezareta Dadê û Wezareta Karê Hundir ji bo doseyaya Tahîr Elçî û kujerên wî bên dîtin tu daxuyanî nehatiye dayîn. Li gorî em difikirin dixwazin dosyeya Tahîr Elçî bê jibîrkirin. Em carek din li wan rayedarên digotin em ê kujeran bibînin û bûyerê ronî bikin bang dikin. Kujerên Tahîr Elçî bibînin, raye û berpirsyariya xwe bicih bînin. Heta kujerên Tahîr Elçî bên dîtin dê têkoşîna me dewam bike. Em ê qet destûrê nedin ku dosyeya Elçî tev li karwanê dosyeyên kiryar ne diyar bibe.”