AMED - Tevgera Jinên Azad (TJA) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir û jê daxwaz kir ku ji ber destpêkirina êrîşên li hemberî Şengalê, roja 3’ê Tebaxê wek “Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Tevkujiya Jinê û Qirkirinê” binase.
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî salvegera êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de destpêkirin û di encamê de bi hezaran Êzîdî hatin qeitlkirin, revandin û koçberkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku DAIŞ’ê di 3’ê Tabaxa 2014’an de bi hevkariya hêzên emparyalîst û dewletên herêmê warê pîroz ê êzîdiyan Şengalê dagir kirine.
Di daxuyaniyê de reva peşmergeyan a dema êrîşên li ser Şengalê tê bibîrxistin û ev tişt tê vegotin: “Ji ber peşmergeyên ku ji parastina Şengalê berpirsyar bûn çekên xwe yên giran hiştin û reviyan, li Şengalê qirkirin pêk hat. Wê demê 6 hezar jin û zarokên êzidî wek ganîmeta şer dîl ketin destê çeteyan, rastî îstîsmara komî ya çeteyan hatin û li bazaran wek koleyên seksê hatin firotin. Êzîdiyên ku ola xwe neguherandin hatin îşkencekirin, îstîsarkirin û qetilkirin. Li gel ku ji destê çeteyan gelek jinen êzîdî hatin rizgarkirin jî hê di destê çeteyan de 3 hezar 500 jinên êzîdî hene.”
BERXWEDANA JINAN
Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana ku bi pêşengiya jinan li hemberî çeteyan hat dayîn jî hat bibîrxistin û ev daxwaz hat kirin: “Em wek Tevgera Jinên Azad (TJA) bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) dikin û jê daxwaz dikin ku ji ber destpêkirina êrîşên li hemberî Şengalê, roja 3’ê Tebaxê wek “Roja Çalakiya Navneteweyî ya li Dijî Tevkujiya Jinê û Qirkirinê” binase.”