ENQERE - Wezîrê Dadê, derbarê mirina Nesrîn Gençosman a li girtîgehê ji ber zatûrê jiyana xwe ji dest da de, lêpirsîn vekir.
Nesrîn Gençosman, di hefteyên derbas bûyî de li Girtîgeha Ordu jiyana xwe ji dest dabû. Hat îdîakirin ku Gençosman li girtîgehê nexweş bû û ji ber dermanên wê nehatin dayîn, jiyana xwe ji dest da. Wezîrê Dadê derbarê mirina Gençosman de lêpirsîn da destpê kirin.
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaelî Omer Faruk Gergerlîoglu, di hefteya derbas bûyî de ji bo Wezîrê Dadê Abdullhamît Gul bi bersivîne mijar birûbû Meclîsê. Li gorî agahiyên Gergerlîoglu dan, derbarê mirina Gençosman de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Gergerlîoglu, piştî mirina Gençosman, ji bo lêkolîn bike daxwazname dabû Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan.
Gençosman a 30 salî, piştî mehek bi ser girtina wê re derbas bû, li girtîhê jiyana xwe ji dest dabû.