STENBOL - Li Maltepe, bi îdîaya revandina zarokekê kesê 38 salî G.B. ji aliyê welatiyên taxê ve hat lînçkirin. G.B. gava îfadeya wî dihat girtin, rewşa wî xerab bû û jiyana xwe ji dest da.
Li Cadeya Bagdat a Taxa Baglarbaşi ya navçeya Maltepe ya Stenbolê, hat îdîa kirin ku kesê bi gumen G.B. ê 38 salî xwestiye zaroka biçûk E.B. ê di rêde dimeşiya birevîn. Welatiyên derdorê yên ev rewş ferq kirin G.B. derp kirin û bûyer veguherî linçê. Li ser vê yekê polîsan mûdaxileyê bûyerê kirin û G.B. ji nava qelebalixtiyê derxistin û birin nexweşxanê. Li gorî îdîayan, G.B. nexwest bê derman kirin û polîs ji bo îfadeya wî bigirin, dibin navenda polîsan.
REWŞA WÎ LI NAVENDA POLÎSAN XEBAT DIBE
Hat îdîakirin ku rewşa tenduristiya G.B. li navenda polîsan xerab dibe û wî bi ambulansê radikin nexweşxanê û di rêde jiyana xwe ji dest dide.