WAN – Baroya Wanê der barê ferdên malbata Şahîn ên îşkence li wan hat kirin û pişt re hatin girtin, raporek amade kir. Baro di rapora xwe de cih dide pîvanên îşkenceyê û îşkence li nexweşxaneyê û girtîgehê jî dewam kiriye û hêj şopên îşkenceyê li ser wan henin.
Li taxa Yalimerezê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di 15’ê tîrmehê de polîsan bi ser malekê de girtibû û ferdên malbatê binçavkiribûn û wan di îşkenceya giran de derbas kiribûn. Piştî îşkenceya li wan hat kirin ferdên malbatê Ayfer Şahîn, Abdulbakî Şahîn, Şehrîban Mamuk, Fetullah Şahîn, Ayhan Şahîn û Abdullah Şahîn hatibûn girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Rêveberên Baroya Wanê jî çûn girtîgehê û bi ferdên malbatê re hevdîtin pêk anîn. Baroyê têkildarî ferdên malbatê raporek amade kir.
Baroya Wanê di raporê de got: “Me ji rapora bijîşk bigire heta hevdîtina li gel ferdan a li girtîgehê lêkolîn kir. Ji ferdên malbatê Abdulbakî Şahîn parsûyên wî şikestine, hestiyên qorika wî derizîne, serê wî şikestiye. Li Fakûlteya Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzyilê ya Wanê di dema dermankirinê de gotinên nexweş li wî û malbata wî kirin e. Şidet li ser hemû malbatê pêk anîne.”
HÊJ RÛYÊ WAN WERIMÎ NE Û REŞ Û ŞÎN IN
Baroyê destnîşan kir ku reş û hêşînbûna û werimandina li ser rûyê ferdên malbatê hêj xuya dikin û yek ji ferda malbatê Ayfer Şahîn dema wî dibin girtîgehê jî tê derbkirin û jê re xebera dibêjin û şidetê li serê ferz dikin. Baroyê da zanîn ku bi gefan paqijiya daşir û qawîşê ya girtîgehê bi wan kirin e, ji bilî rizaya wan porê Fethullah Şahîn ê zarok hatiye qusandin û Şehrîban Maruk jî rastî tundiyek micid hatiye û li ser tevahiya ferdên malbatê îşkenceyek giran hatiye kirin û di laşê hemûyan de şopên îşkenceya giran û tundiyê tê xuyakirin.
LÊPIRSÎNEK BI BANDOR NÎNE, BANG LI MECLÎSÊ KIR
Baroyê anî ziman ku hemû peyman û danezanên mafê mirovan ên netewî û navnetewî hatine binpêkirin û der barê bûyerê de jî lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin. Baroyê bang li TBMM’ê kir û xwest bi demildestî bûyerê lêkolîn bike.