AMED - Ji ber ku beşdarî cenazeyê kurê xwe Mehmet Nergîz ê HPG’î yê li çoltera navçeya Pasûrê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da bûn, di serî de bav Mehmet Nergîz, derbarê endamên malbatê û xizmên wan de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn hat vekirin.
Li çoltera gundê Eskar a navçeya Pasûra Amedê, di êrîşa hewayî de Mehmet Nergîz ê HPG’î jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî8 di 18’ê Tîrmehê de, li taxa Çemê Elîka ya navçeya Lîcê hat binaxkirin. Serdozgeriya Komarê ya Lîcê piştî definkirina cenaze, di serî de bav Mehmet Nêrgîz, derbarê 17 endamên malbatê de bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” lêpirsîn vekir.
‘AN HÛNÊ WERIN, AN JÎ…’
Qereqola Cendirmeyan a Abali, bi navbeynkariya Keyayê Taxê Nakîf Mamuk xwest endamên malbata Nergîz di 20’ê Tîrmehê de biçin îfade bidin. Endamên malbatê ji ber ku di wê dîrokê de li şînêbûn, neçûn îfade nedan. Leşkaran cardin keyayê taxê xistin dewrê û gefa “An dê werin, an jî em dizanîn em wan çawan bînin” li malbatê xwarin.
Bav Mehmet Nergîz û kurên wî ji ber zextên leşkaran di 23’yê Tîrmehê de, çûn Qereqola Cendirmeyan a Abali û îfade dan. Endamên malbatên yên din jî dûre çûn îfade dan. Hat diyar kirin ku 17 kesên çûn îfade dan, wêneyên wan ên di merasîma cenazeyê de hatibûn kişandin nîşanî wan dan û ji malbatê pirsên dirûşmeyên di merasîma cenazeyê de hatibûn berzkirin, flamayên rengên kesk, sor û zer ên li ser gorê kiribûn.